Qubad Talebanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi wekalet roja Înê 2018-02-23 pêşwaziya Robert Karem yarmetîderê Wezîrê Berevaniya Amerîkayê ji bo karê asayişa navnetewî û şandeka pê re kir.
Di runiştinekê de behsa diyaloga navbera Hewlêr û bexdayê ji bo çareser kirina pirsgirêkan û piştîvaniya Amerîkayê ji bo destpêkirina diyalogeka cidî li ser bingeha destûra Îraqê, bi taybetî derbarê vekirina balafirgehan û pêdan mûçe yên karmendên Herêma Kurdistanê kirin.
Şandeya Amerîkayê piştîvaniya xwe ji bo destpêkirina diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê nîşan da û pêdagirî li ser berdewam bûna alîkarî yên leşkerî ji bo Herêma Kurdistanê û bi hêz kirina têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê kir.
Herwiha bi pêwîst zanî ku Herêma Kurdistanê li demê niha û pêşerojê rola xwe bilîze û pirsgirêkên navxweyî jî çareser bike.
Talebanî bi spas kirina alîkariyên leşkerî û mirovî yên Amerîkayê ji bo Herêma Kurdistanê, hêvî xwest bi awayekê modern li ser alîkarî kirina Pêşmerge û herwiha piştîvaniya diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê berdewam be, heya ku bi zûtirîn dem pirsgirêk bihên çareser kirin, bi taybetî vekirina balafirgehan û dabîn kirina mûçe yên karmendên Herêma Kurdistanê.
Talebanî berhev bûna Herêma Kurdistanê ji bo berfireh kirina diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê û normalize kirina têkiliyan nîşan da û ji bo vê yekê jî alîkarî û piştîvaniya Amerîkayê bi pêwîst daye zanîn.
Li dawiyê jî behsa rewşa deverê û hilbijartinên Îraqê û Herêma Kurdistanê û qunaxa piştî DAIŞê kirin.
Karîm Şingalî Wezîrê Pêşmerge be wekalet û hin berpirsên leşkerî beşdarê civînê bibûn.