Nêçîrvan barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê roja Sêşem 2018-03-06 pêşwaziya Tone Allers Balyoza Norwêjê li Îraq û Urdunê û şandeka pê re kir.
Allers bi xuya kirina kêfxweşiya xwe ji bona serdan kirina Herêma Kurdistanê û pêşketinê wê, spasiya Hikûmeta Herêma Kirdistanê kir ji bo parastin û vehevandina hijmareka zêdeya penaber û koçberan û pêdagirî jî li ser berdewam bûna alîkariyên Norwêjê ji bo Herêma Kurdistanê kir.
Her wiha bi hev re jiyana olî û netewî li Herêma Kurdistanê bilind nirxand.
Balyoza Norwêjê bi amaje kirin bi reşwa niha ya Îraqê û Herêma Kurdistanê û pirosêsa diyaloga Hewlêr-Bexdayê, piştîvaniya welatê xwe ji bo diyaloga cidî navbera Hewlêr û Bexdayê li gor destûra Îraqê ji bo çareser kirina pirsgirêkan nîşan da.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi spas kirina vê serdanê û alîkarî yên mirovî û leşkeriyên Norwêjê ji bo Herêma Kurdistan, kurtiyek derbarê dawîn hevdîtina xwe tevî Wezîrê Derveyê Norwêjê li Davosê û vehevandina û dabîn kirina xizmetkarî yên pêwîst ji bo penaber û koçberan li Herêma Kurdistanê û bi hev re jiyana olî û netewî li Herêma Kurdistanê xiste berçav.
Her wiha piştîvaniya Hikûmeta Herêma kurdistanê ji bo parastin û pêş xistina pitir ya kultûra bi hev re jiyanê nîşan da.
Serokwezîr pêdagrî li ser daxwaza Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo diyaloga cidî navbera Hewlêr û Bexdayê kir û got hin pirsgirêk hene ku dikare bi lez bihên çareser kirin û hinek pirsgirêkên din jî pêwîstî bi dem û diyalogeka pitir hene.