Hikûmeta Herêma Kurdistanê
FRI, 19 APR 2024 16:07 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Ajansa Geşepêdana Navdewletî ya Amerîkayê li Hewlêrê hat vekirin

MON, 12 MAR 2018 15:37 | KRG Cabinet

Bi amadebûna Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdidtanê, Doglas Silliman Balyozê Amerîkayê li Îraqê û Wiliam Peterson rêvebirê Ajansa Amerîka li Hewlêrê, roja 12.03.2018ê, ofîsa Ajansa Geşepêdana Navdewletî ya Amerîkayê li Hewlêrê hat vekirin.

Piştî merasima vekirinê, Talebanî di preskonferenseke hevbeş de got ku, vekirin ofîsa Ajansa Geşepêdana Navdewletî ya Amerîkayê li Hwelêrê karekî hevbeş yê navbera Kurdistsn û Amerîkayê ye û bi vê yekê jê Amerêka piştevaniya xwe ji bo Herêma Kurdistanî diselmîne.

Cîgirê Serokwezîr behsa çaksaziyên hikûmetê kir û got ku ew reformên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike reformên bingehîn in û, ne bi gotin, bi kiriyar hikûmet li ser encamdana çaksaziyan cidî ye û berdewam dibe.

Pirojeya hevbeş digel Amerîkayê jî, yarmetiyek e ji bo çaksaziyên darayî û aborî yên pilana Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Doglas Silêman Balyozê Amerîkayê li Îraqê di preskonferensê de behsa giringiya pirojeyê kir û got ku ev pirojeye di warê darayî û abor de taybet e û dê di gelek waran de alîkariya Herêma Kutdistanê bik û Amerîka piştevaniya hikûmet û xelkê Kurdistanê dike.

Wiliam Peterson jî got ku bi rêya pirojeyî, ji bona baştir kirina warê îdarî û darayî ew dê kursan vekin û ev pirojeye dê guhertinan di jiyana hevwelatiyan û asta xizmetguzariyan de bike