Karîn Grîgoryan Balyozê Ermenistanê li Îaqa federal, di peyameke sersaxiyê de, bi boneya wefata xwedêjêrazî Dilovan Îdrîs Barzanî, ji Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re sersaxiyê dixwaz e.
Teksta daxuyaniyê:
Cenabê Nêçîrvan Barzanî
Serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê
Ez, bi navê xwe û Balyozxaneya Ermenistanê li Îraqê, ji bo wefata birayê xweştivî birêz Dilovan Barzanî, ji we re sersaxiyê dixwaz im. Em Xem û kovanên xwe yên kûr ji bo cenabê te, malbat û xizmên te nîşan didin. Canê xwedêjêrazî şad be.
Karîn Grîgoryan
Balyozê Erminstanê li Îraqê