Hikûmeta Herêma Kurdistanê
SAT, 20 APR 2024 07:20 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî pêşwaziyê li şandeyeke HDPê dike

SAT, 7 APR 2018 22:49 | KRG Cabinet

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, êvariya roja 07.04.2018ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li şandeyeke Partiya Demokratîka Gelan (HDP)  a bi serokatiya Pervîn Buldan Hevseroka HDPê û bi endametiya hijmareke parlamenterên wê partiyê li parlamentoya Tirkiyeyê kir.

Pervîn Buldan, ji bo wefata xwedêjêrazî Dilovan Îdrîs Barzanî birayê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, li ser navê xwe û endamên HDPê ji Nêçîrvan Barzanî re sersaxî xwest û hevxemiya xwe nîşan da û hêvî xwest ev nexweşiya dawiyê a malbata wî be.

Serokwezîr sipasiya sersaxî û hevxemiya şandeya HDPê kir û bi boneya hilbijartina wê weke Hevseroka HDPê di kongireya dawiyê de, pîrozbahî li Pervîn Buldan kir û hêvî xwest di kar û xebatên xwe de serkeftî be.

Di civînê de, rewşa gelê kurd li Tirkiyeyê hat nirxandin û her du aliyan çareserkirina pirsa kurd li bakurê Kurdistanê bi rêyên siyasî û diyaloga aştiyane bi giringî zanî.