Bi boneya wefata Dilovan Îdrîs Barzanî, birayê Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, Mehmûd Ebas serokê Dewleta Filestînê, di peyameke nivîskî de ji Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re sersaxiyê dixwaze û hevxemî û Hevderdîya xwe nîşan dide.
Teksta peyama serokê Filestînê
Birayê me cenabê Nêçîrvan Barzanî
Serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê
Binavê Xwedayê mezin û dilovan
Bi boneya wefata xwedêjêrazî Dilovan Îdrîs Barzanî, birayê we, em gerimtirîn sersaxiyên xwe pêşkeşî cenabê we û bi rêya cenabê we jî pêşkeşî malbata we ya camêr dikin.
Em daxwazê ji Xwedayê mezin dikin xwedêjêrazî bide ber dilovaniya xwe û bi beheştê şad bike û we, gel û welatê we di nava xêr û xweşiyê de biparêze.
Em ji cenabê We hêvî dikin soz û hevxemiya me qebûl bike.
Mehmûd Ebas
Serokê Dewleta Filestînê
Serokê komîteya cîbicîkaraTevgera Rizgariya Filestîmê
Ramela
Nisan 2018