Kemal Kiliçdaroglu Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) li Tirkiyê roja 12.04.2018 bi boneya wefata Dilovan Îdrîs Barzanî, birayê Nêçîrvan Barzanî, bi telefonê peywendî bi Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir û jê re sersaxî xwest.
Kilîçdaroglu di wê peywendiya telefonî de, ji bilî sersaxî xwestinê, hevderdî û hevxemiya xwe ji Nêçîrvan Barzanî û malbata Barzanî re nîşan da û hêvî xwest eve xema dawiyê ya malbata wî be û Xwedayê mezin xwedêjêrazî bi beheştê şad bike.
Nêçîrvan Barzanî ji bo wê peywendiyê û sersaxî û nîşandana hevxemiyê, sipasiya Kemal Kilicdaroglu kir.