Di çarçoveya çaksaziyên hikûmeta Herêma Kurdistanê de, Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pirojeyekî stratejîk bi navê Xizmet ji bo xizmetkirina hevwelatiyan ragehand û di peyvekê de got ku erka hikûmetê ye bi baştirîn awayî xizmeta hevwelatiyan bike.
Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 12.04.2018ê li bajarê Hewlêrê, ji bona berçavkirina naveroka pirojeyê stratejîk yê bi navê Xizmet, digel rêvebirên giştiyên dîwana wezaretên hikûmetê û stafê pirojeyî civiya.
Talebanî behsa giringiya naveroka pirojeyî û qoinax û gavên bicîkirina pirojeyî kir û diyar kir ku ew piroje jî beşeke ji pilana hikûmetê ya di warê encamdana çaksaziyan de ye û got ku, erka hikûmetê parastina ser û malê hevwelatiyan e xizmetên baş bi hevwelatiyan bigehîne: Armanca pirojeyê Xizmet baştrikirina asta xizmet û kêmkirina rotînê ye di nava saziyên hikûmetê de di dema birêvabirina karûbarên hevwelatiyan de.
Li gor pirojeyî divê hikûmeta Herêma Kurdistanê di warê qebare û hijmara wezaretan de bê biçûk kirin bi straktureke nû û minasib karên xwe encam bide û xizmetê bike.
Daxwaz ji rêvebirên giştiyên dîwana wezarwtan hat kirin ku ji bona bicîkirina pirojeyê Xizmet hevkar û alîkar bin daku di demeke herî zû de bikeve di ware piraktîkê de.