Hikûmeta Herêma Kurdistanê
THU, 25 APR 2024 20:39 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Qubad Talebanî Pirojeya Xizmet ragehand

WED, 29 AUG 2018 22:42 | KRG Cabinet

Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistan, roja 28.08.2018ê di mersimekê de Pirojeya Xizmet ragehand û armanc ji vê pirojeyê xizmetkirina hevwelatiyan û kêmkirina rotîn û baştirkirina awayê xizmetkirina welatiyên Herêma Kurdistanê ye.

Di merasimê de, Cîgirê Serokwezîr gotarek pêşkeş kir û got:

Em behsa qonaxeke nû dikin, qonaxa têkeliyên navbera hevwelatî û hikûmetê û behsa wê yekê bikin awayê gihandina xizmetan bi hevwelatiyan ka çawa pêdaçûneke sertaserî bikin û hevwelatî hest bi wê yekê bikin ku hikûmet xemxwera wan e.

Îro hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek xizmet û xizmetgozariyan digihîne hevwelatiyan, hindek ji wan xizmetan bi awayekî baş û lezgên û hindek jî di sewîya xwestekên me û hevwelatiyan de nîne û di piroseseke gelek aloz û rotîneke mezin de derbas dibin.

Armanca me ji pirojeya Xizmet baştirkirina xizmetgozariyan e. Hikûmeta Herêma Kudistanê 425 xizmetan digehîne welatiyan, ji bilî xizmetên giştî weke; asayîş, av û elektirîk. Em behsa wan xizmetan dikin ku di navbera welatiyan û saziyên hikûmetê de hene. Wezîfeya ser mile me ye em xizmet û xizmetgozaryan bi welatiyan bigehînin û wan xizmetan ji welatiyan re zelal bikin.

Qonaxa yekem: Bernameya xizmet û ragehandina bernameya xizmetan e. Qinaxa duyem: kêmkirina rotînê di birêvebirina miamilan de ye.

Bi vê pirojeyê hikûmetê dixwaze gihandina xizmetan bi welatiyan li sertaserî Herêma Kurdistanê reorganize bike û yek standard hebe, ne weke niha be ku li Duhok bi awayekî û li Silêmnaiyê bi awayekî dine. Divê hemû were rêxistinî kirin.

Qonaxa sêyem: şefaftirkirina xizmetan û kêmkirina rotînê ye û gihandina xizmetan bi hevwelatiya bi kalîteyeke bilind å bi awayekî ku hevwelatî hest bikin ku hikûmet di xizmeta wan de ye, hert bike ku birêvebir xizmetkar ne berprisê wan e.

Hikûmet lêdixebite ku rojek bê hikûmet bikaribe beşek ji wan xizmetan bi awayekî elektironî pêşekşî welatiyan bike daku qerebalixî li saziyan kêm bibe û welatî bikaribin li mala xwe jî daxwaz û formên xwe pêşkeş bikin. hindek wezaretan ev kar kiriye weke mînak, wezareta Navxwe, wezareta Xwendina Bala û Dadgeha Silêmaniyê karûbarên xwe bielektironî kirine. Ev jî pêngaveke giring e ber bi hikûmeta elektironî û hikûmeta yekpencereyî ku ev jî ji karên pêşîneyên hikûmetê ye.

Talebanî di gotara xwe de got ku ev bernameye bernameya hikûmeta Herêma Kurdistanê û serokatiya Cibata Wezîran e, biryara Civata Wezîran e û hemû wezaret tê de beşdar in û xwediyê piorjeyê ne, ev bername û pirojeye ne yê şexsekeî ye, lê belê pirojeyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ye û armanc ji pirojeyê xizmetkirina welatiyan e. Ez di wê baweriyê de me ku eger ev pirojeyê were bi cîkirin dê welatî hesteke baştir li hember hikûmetê hebe û bi awaya meşandina miamiletan dê dilxweşir bin.

Qubad Talebanî di preskonferensekê de sipasiya hikûmeta Amerîkayê kir ku ji bo vê pirojeyê û baştirkirin û reformêm îdarî li Îraq û Herêma Kurdistanê, budceyeke berdest kiriye daku di warê alet, sîstem û rawêjkariyê de baştirîn piroje û bername be  ji bona baştirkirina wan xizmetên hikûmet bi hevwelatiyan digehîne çê bibe.

 

Ji bona zêdetir zaniyariyan malpera taybet bi Pirojeya Xizmet veke