Hikûmeta Herêma Kurdistanê
WED, 24 APR 2024 06:20 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Nêçîrvan Barzanî û Balyoza Norvejê rewşa siyasiya Îraqê dinirxîn in

MON, 3 SEP 2018 21:07 | KRG Cabinet

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja duşemê 03.09.2018ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Tony Alers  Balyoza Norvejê li Urdin û Îraqê û şandeya bi wê re kir.

Balyoza Norvejê behsa armanca serdana xwe kir û got ku ew dixwaze ji nêzîk haydarî rewşa Herêma Kurdistanê bibe û helwesta Herêma Kurdistanê li hember pirosesa siysiya Îraqê bizane. Û di vê çarçoveyê de Serokwezîr jê re behsa pêşhatên dawiyê yên rewşa siyaysî û yekemîn civîna parlamentoya Îraqê kir.

Her du alî li ser pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Îraqê hevhizir bûn ku ew hikûmet di berjewendiya hemû pêkhateyên Îraqê de be,  aramî û asayîşê biparîze û xizmetgozariyan pêşke bike. Hikûmeta nû ya Îraqê divê mafên rewa û destûriyên gelê Kurdistanê û pêgeh û rola kurdan li ber çavan bigire.

Şandeya Norvejê rola Herêma Kurdistanê di pêşwaîkirin û hewandina koçber û penaberan û xizmetkirina wan bi hemû pêkhateyan ve, bê cudahî, bilind nirxand.

Paşeroja têkeliyên Herêma Kurdistan û Norvejê,  rewşa herêmî bi giştî û hilbijartina parlamentoya Îraqê ku dê di dawiya vê mehê de bên encam dan, çend mijarên din yên dîdarê bûn.