Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Roja Çarşem 2018-09-13 pêşwaziya Muhemed el-Nasirî Rêveberê deverên Erbebî li Neteweyên Yekgirtî ji bo wekhevî û şiyandina jinan û şandeka pê re kir.
Li hevdîtinekê, şanda mêvan ji bona hembêz kirina hijmareka zêde ya koçber û penaberan pesna Hikûmeta Herêma Kurdistanê da.
Herwiha pêşketinên Herêma Kurdistanê li warê hekheviya navbera jin û mêran, parastina mafên jinan, çareser kirina krîzên dijwar û bi hev re jiyana olî û netewên cuda giring nirxand û pêdagirî li ser berdewam bûna kar û çelengî yên NY li Herêma Kurdistanê kir.
Serokwezîr Barzanî bi giring nirxandina hemahengiya navbera sazî yên hikûmetê û NY, hêvî xwest ev rêkxistina ser NY li senterên bi bandor li ser pirograma perwerde, mediya û kultûrî ji bo pêş xistina wekhevî, mafên jinan û bi hev re jiyanê kar bike.
Nêçîrvan Barzanî herwiha behsa kultûra bi hev re jiyana netewî û olî li Herêma Kurdistanê û piştîvaniya hikûmet û parlemantoyê ji bo bi hev re jiyanê kir.
Li dawiyê jî behsa rewşa siyasî û abûriya Îraqê û Herêma Kurdistanê û hilbijartina Parlemantoya Kurdistanê kirin.