Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 22.09.2018ê li bajarê Bexdayê, digel Hadî Amirî serokê Lîsteya Fetih civiya.
Di civînê de her du aliyan pirosesa siyasî li Îaqê û xebatên pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqa Fedeal li Bexdayê û rêkarên destnîşankirina serokomar û serokwezîrê bên yên Îraqê nirxandin.
Her du alî hevhizir bûn li ser hevahengî û hevkariya navbera aliyên îraqî û parastina pirensîpên hevbeşî, hevsengî û sazan li Îraqa paşerojê daku bikaribe bersiva mafên pêkhateyên Îraqê û xwestekên wan bide û aramî, seqamgîrî û xizmetgorariyan dabîn bike.