Hikûmeta Herêma Kurdistanê
TUE, 16 APR 2024 22:54 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Nêçîrvan Barzanî digel pêşmerge hêzên navxwe û Civata Asayîşê civiya

THU, 27 SEP 2018 21:27 | KRG Cabinet

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 27.09.2018ê li bajarê Hewlêrê, digel pêşmerge, hêzên navxwe û Civata Asayîşa Herêma Kurdistanê civiya.

Serokwezîr peyvek pêşkeş kir û di peyva xwe de behsa rerwşa asayîşa Herêma Kurdistanê kir.  Destxweşî li pêşmerge, hemû hêzên çekdar,  hêzên navxwe û Encumena Asayîşê kir ku bi mêrxasî û biwêrane bergirî ji Kurdistanê kir û rê neda asayîşa Herêma Kurdistanê, çi li bereyên şer û çi jî parastina asayîşa navxwe ya Kurdistanê,  aloz bibe. Hemû gelê Kurdistanê şanaziyê bi vê rola wan dike û bi qedir û qîmet dinixîne.

Serokwezîr di peyva xwe de behsa rola hêzên asayîş û polis kir ku şev û roj dikirin yek ji bona parastina emniyeta Herêma Kurdistanê û hevwelatiyên wê di dema birêveçûna kampaniyaya hilbijartina parlamentoya Kurdistanê de ku biryare ew hilbijartin di roja 30.09.2018ê de werin encam dan û daxwaz kir ku divê rojê jî de di parastina aramî û ser û canê welatiyan bi giştî rola xwe bibînin.

Barzanî bi pêwîstî zanî ku ji bona pirosesa dengdanê gelek bi serkeftî bi dawî bê û mînakeke serkeftina demokrasiyê li Herêma Kurdistanê de nîşan bidin,  hemû alî hevkar bin.