Hikûmeta Herêma Kurdistanê
TUE, 23 APR 2024 15:54 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Waliyê Helebceyê sûnda yasayî xwar

THU, 27 SEP 2018 21:39 | KRG Cabinet

Waliyê Helebce di merasimekê de li pêşberî serokwezîrê Herêma Kurdistanê sûnda yasayî xwar.

Azad Tufîq waliyê nû yê Helebceyê, roja 27.09.2018ê li bajarê Hewlêrê, di merasimekê de li pêşberî Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û bi amadebûna Kerîm Şingalî wezîrê navxwe, weke waliyê Helebce sûnda yasayî xwar û bi fermî bû waliyê Helebce.

Piştî merasima sûndxwarinê, Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Azad Tufîq kir ku weke waliyê Helebce dest bi kar dibe, hêvî xwest ew di erik û karê xwe de serkeftî be û hikûmeta Herêma Kurdistanê jî amadeye bi her awayî ji kar û çalakiyên wî re hêsankariyan bike, bi taybetî ku Helebce gelek qurbanî dane gelek derdeserî û rojên reş derbas kirine û li hember wan qurbaniyan weke pêwîst xizmet ji Helebce re nehatiye kirin.