Hikûmeta Herêma Kurdistanê
SAT, 20 APR 2024 16:33 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Li Hewlêrê Barzanî û Amirî pirosesa siyasî ya Îraqê nirxand

THU, 4 OCT 2018 22:33 | KRG Cabinet

Hadî Amirî serokê Hevpeymaniya Fetih serdana Hewlêrê kir û roja 04.10.2018ê digel Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê civiya.

Di civînê de pirosesa siyasî li Îraqê û qonaxên bên yên wê pirosesê nirxandin û tekîd li ser piroseseke siyasî ya saxlem ji bo niha û paşeroja Îraqê bi awayekê ku bersivdanana xwestek û hêviyên hemû pêkhateyên Îraqê be û hemû pêkhate xwe di pirosesa siyasî û rêvebirina welat de bibînin û pirensîpên sazan, hevsengî û hevbeşî biparêze.

Amirî tekîd li ser giringiya hevbeşiyeka aktîv ya Herêma Kurdistanê di pirosesa siyasî li Îraqê û çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê li gor destûrê Îraqê  kir ku hevbeşiya Herêma Kurdistanê di pirosesa siyasiya Îraqê de bingeha sereke ya serkeftina pirosesê di berjewendiya timama Îraqê ye. Amirî bi pêwîstî zanî ku diyaloga navbera Hikûmeta Îraqa Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam be.

Her du aliayn pirsa pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Îraqa Federal gotûbêj kirin û hevkarî û piştevanîkirina xwe ji bo Adil Ebdulmehdî ku ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê hatiye teklîf kirin nîşan dan.