Di berdewamiya serdana xwe ya bo Bexdayê de, Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 17.10.2018ê li bajarê Bexdayê, digel Mihemed Helabusî serokê parlamentoya Îraqa federal civiya.
Di civînê de, xebatên ji bona pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Îraqê bi awayekî ku li gor hêvî û xwestekên gelên Îraqê be, çareserkirina pirsgirêkan û xurtkirina têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin.
Her du aliyan tekîd li ser giringiya beşdariya aliyên kurdistanê bi awayekî çalak di rêvebirina dewlet û karnameya hikûmeta nû ya Îraqê de kir ku pêwîste qonaxa bê li ser bingeheke saxlem ji bona bicîkirina hevbeşiya niştimanî be û hemû alî bi hevbeşî ji bona pêkanîna hikûmeteke bihêz ku îstîqrara siyasî, xizmetgozarî û parastina destkeftiyan be û bikaribe berhingarî terorê bibe.