Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja yekşemê 28.10.2018ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Raşid Almensurî Konsulê giştiyê Îmaratê ku, bi armanca bidawîhatina wezîfeya wî û ji bo xwatirxwastinê serdena serokwezîr kiribû, kir.
Elmensurî sipasiya serokwezîr û saziyên peywendîdarên hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku dem karkirina wî de hevkarî û hevahengî pê re kiriye û ew yek jî bû sedema serkeftina kar û çalakiyên wî û xurtkirina têkeliyên navbera Îmarat û Herêma Kurdistanê û tekîd li ser wê yekê kir ku welatî wî girinigiyeke mezin bi têkeliyên bi Herêma Kurdistanê re dide.
Nêçîrvan Barzanî kar û çalakiyên Raşid Almensurî li Herêma Kurdistanê û bi taybetî di xurtkirina têkeliyan û gihandina alîkariyên mirovî ji bo koçber û penaberan, di salên dijawarên borî de, bilind nirxand û hêvî kir ku d ku di karê xwe yê nû de serkeftî be.
Serowezîr got ku Herêma Kurdistanê giringiyê bi têkeliyên xwe yên bi Îmaratê re dide û hevkarî û hevahengiya hikûmeta Herêma Kurdistanê bi konsulê nû yê Îmaratê re nîşanda.
Rewşa herêmî û çend pirsên girêdayî rewşa siyasî li Îraq û Herêma Kurdistanê çend mijarêndin yên civînê bûn.