Hikûmeta Herêma Kurdistanê
FRI, 26 APR 2024 02:18 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Nêçîrvan Barzanî û Graham Franklin li Hewlêrê dicivin

SUN, 11 NOV 2018 22:04 | KRG Cabinet

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja yekşemê 11.11.2018ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Graham Franklin serokê rêxistina Samaritans Purese  ya amerîkî û şandeya pê re kir û di civînekê de, Graham li hember serdana bo Herêma Kurdistanê kêfxweşiya xwe nîşan da.

Şandeya mêvan rol û helwesta xelk û hikûmeta Herêma Kuridstanê di pêşwazîkirin, hewandin û dabînkirina xizmetgozariyan ji hijmareke zêde ya koçber û penaberan û qurbaniyên pêşmerge û xelkê Kurdistanê di şerî dijî terorê de û parastina hemû pêkhateyan ji terorê, bilind nirxand. Herwesa behsa hevkariyên rêxistina xwe yên ji bo koçber û penaberan û mana kirîstiyanan jî li Îraqê weke pêkhateyeke giring ji civata Îraqê, bi pêwîstî zanî.

Nêçîrvan Barzanî sipasiya serdan û rola Franklîn û rêxistina Samaritans Purese kir ku berdewam alîkariya koçber û penaberan kiriye û dikin.

Serokwezîr Barzanî tekîd li ser helwesta Herêma Kurdistanê kir ku baweriyeke timam bi pêkvejiyana neteweyî û olî heye û li gor vê baweriyê hijmareke zêde ya koçber û penaberan ji pêkhateyên cuda hewandine, ji destê terorê parastine û xizmetgozarî jê re pêşkeş kirine û hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser vê siyaseta xwe berdewam dibe.

Serowkekzîe daxwaz ji civaka navdewletî kir ku li ser hevkarî û alîkarîkirina Herêma Kurdistanê ji bona zêdetir çespandina kultûra pêkvejiyanê li hemû Îraqê berdewam be.