Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja yekşemê 18.11.2018ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li şandeyeke rêxistina GSMSG ya Amerîkayî ya xwebexiş kir, ku ji hijmareke pizîşk û neştergehan pêkahtibû. Şandeya Amerîkayî di nava heftiyekê de li kampên penaber û koçberan bigere û xizmetgozariyên saxlermiyê pêşkeşê wan bike.
Şandeya mêvan behsa kar û çalakiyên xwe yên li Herêma Kurdistanê kir û rola xelkê Kurdistanê di şerê dijî DAÎŞê, pêşwazîkirin û hewandina hijmareke gelek zêde ya koçber û penaberan û aramî û kultura pêkvejiyana li Herêma Kurdstanê bilind nirxand.
Nêçîrvan Barzanî kar û çalakiyên şandeya mêvan di warê mirovî li Herêma Kurdistanê bilind nirxandin û hêvî xwest ku kar û xebatên wan berdewam bin û Hikûmeta Herêma Kuridstanê jî amade ye di vê açrçoveyê de alîkarî û piştgiriya wan bike.