Hikûmeta Herêma Kurdistanê
THU, 25 APR 2024 03:20 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Serokwezîr digel şandeyeke balaya Fransayê dicive

SUN, 25 NOV 2018 23:51 | KRG Cabinet

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja yekşemê 25.11.2018ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li şandeyeke balaya parlamentoya  Fransayê ku, ji Balyozê Fransayê li Îraqê, konsulê Fransayê li Hewlêrê, seroka komisyona têkeliyên derve û bergiriyê li parlamentoya Fransayê û hijmareke parlamenterên fransayê pêkatibû, kir.

Şandeya mêvan behsa têkeliyên navbera Herêma Kurdistan û Fransayê kir û mêrxasiya xelk û pêşmergeyê Kurdistanê li hember gefên terorê, pêşwazîkirin û hewandina hijamreke zêde ya koçber û penaberên destê terorê, bilind nirxand.

Şandeya Fransayê tekîd li sert berdewamiya hevkarî û alîkariyên Fransayê ji bo Herêma Kurdistanê kir û gavên hikûmeta Herêma Kurdistanê yên ji bona dirustkirina baweriyê û çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê bi rêya diyalog û pirosesa siyasî li Herêma Kurdistanê û yekrêziya aliyên kurdistanî bi giringî wesif kir.

Nêçîrvan Barzanî sipasiya hevkarî û alîkariyên Fransayê ji bo Herêma Kurdistanê kir ku di demên dijwar de bi taybetî sala borî ku serokê Macron serokomarê Fransayê piştevaniya Herêma Kurdistanê weke qewareyekî siysaî kir.

Serokwezîr berheviya hikûmeta Kurdistanê nîşanda ku têkeliyên xwe bi Fransayê re bihêz bike û bi kurtî behsa şerê dijî DAÎŞê û hatina hijmareke zêde ya koçber û penaberan bo Herêma Kurdistnê kir.

Nêçîrvan Barzanî behsa pirosesa siyasî li Îraq û Herêma Kurdistanê, pêkanîna kabîneya nû ya her du hikûmetan li Bexda û Hewlêrê kir û piştevaniya xwe ji bo Adil Ebdulmehdî serokwezîrê Îraqê nîşan da  daku hikûmeteke serkeftî dest bikar bike û bikaribe aramiyê û başbûna aborî bi dest bîne.