Hikûmeta Herêma Kurdistanê
WED, 24 APR 2024 18:04 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Bazirganiya navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê geş dibe

TUE, 27 NOV 2018 00:47 | KRG Cabinet

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja duşemê 26.11.2018ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li şandeyeke balaya Jorên Bazirganiyên Diyarbekir, Mardîn, Urfa, Wan, Batman, Şernex û Cizîrê kir .

Di civînekê de ku Konsulê giştiyê Tirkiyeyê yê Hewlêrê amade bû, şandeya mêvan kêfxweşiya xwe bi serdana Herêma Kurdistanê nîşan da û sipasiya hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku ji bona xurtkirina têkeliyên bazirganî û aborî digel Turkiyeyê rê xweş dike û ji bona zêdetir berfirehkirina têkeliyên bazirganî berheviya xwe nîşan da.

Di civînê de hat behis kirin ku piştî bidawîhatian şerê dijî DAÎŞê û kirîza aborî, careke din bazirganî digel Herêma Kurdistanê zêdetir geş dibe û pêşniyar hat kirin ku senterekî daîmî yê bazirganî li Herêma Kurdistanê vekin.

Nêçîrvan Barzanî sipasiya xelk û hikûmeta Tirkiyeyê kir ku di rewş û demên dijwar de piştevaniya Herêma Kurdistanê kiriye. Serokwezîr piştevaniya xwe ji bo berfirehkirina bazirganiya navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyeyê nîşan da û hêvî xwest ku  di hemû waran de têkelîyên bi Tirkiyeyê re ber b pêş biçin.