Hikûmeta Herêma Kurdistanê
SAT, 20 APR 2024 02:56 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Serokwezîr pêşwaziyê li Balyozê Komara Çekê dike

TUE, 27 NOV 2018 01:07 | KRG Cabinet

Balyozê Komara Çekê li Îraqê wezîfeya wî bi dawî tê û ji bo xatirxwastinê serdana Hewlêrê kir û, roja duşemê 26.11.2018, ji aliyê Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ve hatie pêşeazî kirin.

Pişt re di civînekê de ku Konsulê giştiya Komara Çekê li Herêma Kurdistanê jî amade bû, Balyozê Çekê sipasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û dezgeh û saziyên peywendîdar kir ku hevkarî  pê re kiriye  û hêvî xwest ku ew alîkarî û  hevkarî digel balyozê nû yê welatê wî jî bê kirin.

Şandeya mêva xwesteke welatê xwe nîşan da ku dixwaze têkeliyên xwe di hemû waran de digel Herêma Kurdistanê berfirehtir bike.

Nêçîrvan Barzanî sipasya kar û xebatên Balyozê Komara Çekê yên li Îraq û Herêma Kurdistanê kirine kir û hêvî xwest di wezîfeya xwe ya nû de serkeftî be.  Serowezîrê berheviya hikûmetê nîşan da ku hevkarî û alîkariyê bi balyozê nû yê Komara Çekê li Bexdayê bikin.

Barzanî ji şandeya mêvan re diyar kir ku Herêma Kurdistanê jî dixwaze têkeliyên xwe di hemû waran de bi Komara Çekê re xurt û berfireh bike.