Hikûmeta Herêma Kurdistanê
SAT, 20 APR 2024 16:34 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Serokwezîr pêşwaziyê li şandeyeke Brîtanyayê dike

THU, 29 NOV 2018 23:20 | KRG Cabinet

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja pêncşemê 29.11.2018ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Şandiya taybetiya Serokwezîra Brîtanyayê ji bo karûbarên bazirganiya derve, Balyozê Brîtanya li Îraqê û Konsulê giştiyê wî welatî li Herêma Kurdistanê û şandeya bi wan re kir.

Şandeya Brîtanyayê kêfxweşiya xwe li hember pêşkeftinên Herêma Kurdistanê, bi taybetî piştî derbas bûn ji rewşeke dijwar, nîşan da. Diyaloga navbera Hewlê û Bexdayê û çareserkirina beşek ji pirsgirêkên navbera her du aliyan bi gavên erênî wesif kirin.

Şandeya mêvan berheviya welatê xwe nîşan da ku sermayedar û bazirganên welatê xwe han bide berê xwe bidin Herêma Kurdistanê û beşdariyê di pêşvebirina aboriya Îraq û Herêma Kurdistanê de bikin û sektorên cudayên Herêma Kurdistanê modern bikin.

Nêçîrvan Barzanî sipasiya hevkarî û alîkariyên Brîtanya yên di warê mirovî û leşkerî de pêşkeşî Herêma Kurdistanê dike, kir.

Serowkezîr behsa têkeliyên Hewlêr û Bexdayê kir û got ku Herêma Kurdistanê piştgiriyê li hikûmeta Adil Ebdulmehdî dike û hewil dide hikûmeteke serkeftî be û bikaribe aramiya aborî, siyasî û emnî li tevaya Îraqê biparêze  û Herêma Kurdistanê jî, mifawergirtin ji wê aramiyê, li ser baştirkirina têkeliyên bi Bexdayê re berdewam dibe.