Hikûmeta Herêma Kurdistanê
SAT, 20 APR 2024 14:08 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Civata Wezîran roja alaya Kurdistanê pîroz dike

MON, 17 DEC 2018 22:55 | KRG Cabinet

Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê di merasimekê de, roja 17.12.2018ê, roja alaya Kurdistanê pîroz kir.

Di marasimê de ku hijmareke wezîr, berpirs, karmend û fermanberên saziyên hikûmetê amade bûn, piştî pêşkeşkirina siruda niştimanî ya Ey Reqîb, alaya Kurdistanê ji aliyê pêşmerge Rênas Ferzende Nezet ku di şerê dijî terorîstên DAÎŞê de birîndar bibû, digel Kerîm Şingalî wezîrê navxwe û wezîrê pêşmerge bi wekalet, hat bilind kirirn.

Kerîm Şingalî bi navê Hikûmeta Herêma Kurdistnê peyvek pêşkeş kir û roja alaya Kurdistanê li hemûyan pîroz kir û got ku hikûmet hertim giringiyê bi bibîranîna rojên serweriyê û rojên zehmet û dijwar yên gelê Kurdistnê dide ûji be vê  yekê parlamentoya Kurdistanê  li sala 2009  biryar da ku vê rojê weke roja alaya Kurdistanê nas bike ku di rojeke weke vê rojê de alaya Kurdistanê li bajarê Mihabadê paytexata Komara Kurdistanê hatibû bilind kirin.

Şingalî di peyva xwe de behsa rewşê kir û got ku Herêma Kurdistanê di çar salên gelek dijwar derbas kir û ji gelek astengî û kirîzan derbas bû, bi berxwedana pêşmerge yên mêrxas yên mîna Rênas Ferzende, hêzên Asayîş û navxwe û karmendên Hikûmetê Herêma Kurdistanê hat parastin û gelê Kurdistanê selimand ku li hember hemû kirîz û aloziyan yek deng û yek helwest e û paşerojeke geş li pêşiya gelê Herêma Kurdistanê ye.

Weke tê zanîn sala 2009 parlamnetoya Kurdistanê biryar da ku roja 17 çileya pêşîn bibe roja alaya Kurdistanê, sala 1999 parlamentoya Kurdistanê ew alaya niha heye bi fermî weke alaya Kurdstanê nas kiribû.