Hikûmeta Herêma Kurdistanê
SAT, 20 APR 2024 15:36 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Naveroka pireskonferensa Serowkezîrê Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Holendayê

WED, 19 DEC 2018 00:29 | KRG Cabinet

Piştî civînê, Nêçîrvan Barzanî Serowkezîrê Herêma Kurdistanê û Stef Blok Wezîrê Derve yê Holendayê di pireskonferensekê de behsa naveroka civînê kir û bersiva pirsên rojnamevana dan:

Serowkezîr Nêçîrvan Barzanî behsa têkeliyên navbera Kurdistan û Holendayê kir û got ku ew têkelî di asteke baş de ne. Behsa serdan û civînên xwe yên berê bo Holendayê û civîan digel serokwezîrê wî welatî û serdna bo Herêma Kurdiostanê kir û sipasiya hevkarî û alîkariyên berdewam yên Holendayê ji bo Herêma Kurdistanê kir.

Sipasiya hevkariyên hikûmet û rêxistinên nehikûmî yên Holendayê ji bo koçber û penaberên li kampêm Herêma Kurdistanê, çi bi awayekî raste rast yanî jî bi hevkarî digel Yekêtiya Ewroapê kir û daxwaz ji Holendayê kir ku di warê xurak û çandinê de hevkariya Herêma Kurdistanê bike ji ber ku di vî warî de Holendayê tecrûbeyeke zengîn heye.

Barzanî got ku dicivîna digel Wezîrê Derve yê Holndayê de behsa têkeliyên navebra Hewlêr û Bexdayê kirin ku tê çaverêkirin kabîneya niha ya hikûmeta Îraqê têkelî ber bi baştiriyê biçin.

Serokwezîr sipasiya sefaretxaneya Holendayê li Îraq û konsulxaneya giştiya wî welatî li Hewlêrê kir ku hevkarî û hevahengiya digel hikûmeta Herêma Kurdistanê û saziyên peywendîdar û rola wan di pêşxistina têkeliyên her du aliyan da.

Nêçîrvan Barzanî kêfxweşiya xwe nîşan da ku Holendayê di çarçoveya siyaseta xwe de Îraq û Herêma Kurdistanê li pêşîneya karên xwe danaye û di demek nêzîk de dê sektora taybet ya Herêma Kurdstanê li Holendayê semînarekê amade dike.

Stef Blok Wezîrê Derve yê Holendayê têkeliyên welatê xwe bi Herêma Kurdistanê re bi têkeliyên mokm wesif kir û got: Holenda yekem welatê Ewropayê bû ku penaberên kurd wergirtine ku hijmara wan digehe zêdetir ji sê hezar penaberan. Wî got ku Holenda lêdixebite ku di warê aramî, aborî û panaberiyê de, têkeliyên xwe bi Îraq û Herêma Kurdistanê re bihêztir bike. Stef hêvî xwest ku têkeliyên bazirganî di anvebra her du aliyande xurtir û berfirehtir bebin.

Wezîrê derve yê Holendayê piştevaniya xwe ji bo herêmeke bihêz ji bo Herêma Kurdistanê di Îraqeke bihêz de nîşan da û  di vî warî de îşaret bi berdewamiya hevahengiya Sentera Hevbeşiya Hewlêr da,

Sipasiya hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku hijmareke zêde ya koçberên ji pêkhateyên cuda yên şerê dijî DAÎŞê hewndine ku ev jî ciyê rêzgirtinê ye. Wî got jî ku şareza û pisporên wan yên leşkerî dê li ser meşiq û rahînana pêşmerge berdewam bin.

Stef Blok hêvî xwest ku di demek nêzîk de kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê bê pêkanîn ku ew hêvî dike ew hikûmet bigehe amancên mezintir û têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê bihêztir bibin û Holenda dixwaze herêmeke Kurdistanê ya bihêz hebe.