Hikûmeta Herêma Kurdistanê
THU, 18 APR 2024 19:52 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Serokwezîrê Kurdistanê digel Wezîrê Derve yê Almanyayê dicive

WED, 19 DEC 2018 01:21 | KRG Cabinet

Nêçîrvan Barzanî Serowkezîrê Herêma Kurdistanê, roja 18.12.2018ê li bajarê Hewlêrê pêşwazî li Wezîrê Derve yê Almanyayê û şandeya pê re kir.

Wezîrê Derve yê Almanyayê rola Herêma Kurdistanê di şerê dijî DAÎŞê de, pêşwazîkirin û hewandina hijamreke zêde ya koçber û penaberan  û pêşketinên berdewamên Herêma Kurdistanê bilind nirxandin û tekîd li ser berdewamiya hevkarî û alîkariyên welatê wî ji bo Herêma Kurdistanê û pêşdebirina têkeliyan kir.

Şandeya mêvan got ku vegera koçber û penaberan ji bo deverên wan pêwîstî bi aramî û avadankirina deverên wan heye û Almanya giringiyê bi vê pirsê dide û pêwîste hemû alî ji bona çareserkirina pirsgirêkên koçber û penaberan hevkar û alîkar bin daku ji bo xelkê Îraq bi giştî û çîna ciwanan bi taybetî jiyaneke baştir biafire.

Nêçîrvan Barzanî sipasiya vê serdanê û alîkariyên Almanyayê yên di warê mirovî û leşkerî de û şikandina ambargoya parsal li ser Herêma Kurdistanê hebû kir û hêvî xwest ku ew hevkarî berdewam bin, Barzanî serdana berpirs û şandeyên bilind yên Almanyayê bo Herêma Kurdistnê di dem û rewşên dijwar de weke nîşana piştevaniyê li Herêma Kurdistnê wesif kir û hêvî xwest ew têkelî di hemû waran de berdewam bin.

Serokwezîr sipasiya Almanyayê kir ku hijmareke mezin ya pêşmergeyên birîndar çareser kirine û jinên êzidî ji destê DAÎŞê rizgar kirin û ji bo çareseriyê birine Alamnyayê û deriyên xwe li pêşiya hijmareke mezin ya penaberên êzidî vekirine. Sipasiay sefaretxaneya Almanyayê li Bexdayê û konsulxaneya wê li Hewlêrê kir ku roleke ber bi çav hebû di pêşxistian têkeliyan da.

Pirosesa siyaysî li Îraq û Herêma Kurdistanê, pêşbîniyên qonaxa bê, rewşa koçber û penaberan, aboriyeke bihêz ji bo Îraqê, berheviya hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo qonaxa avadankirinê digel Îraq û civaka navdewletî, çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê, pêkvejiyan û lêbihurînî û berhemanîn û sermayerazandin li Herêma Kurdistanê di civînê de hatine gotûbêj kirin.
Di civînê de, Qubad Talebanî Cîgirê Serowkezîr, Balyozê Almanyayê li Îraqê û Konsulê wî welatî li Hewlêr û hijmareke wezîr û berpirsên hikûmet, amade bûn.