Hikûmeta Herêma Kurdistanê
FRI, 19 APR 2024 02:38 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Nêçîrvan Barzanî cejna jidaykbûna hezretê Mesîh pîroz dike

MON, 24 DEC 2018 19:38 | KRG Cabinet

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di peyamekê de cejna jidaykbûna hezretê Mesîh pîroz dike.

Teksta peyama Serokwezîr:

Hatina cejna jidaykbûna hezretê Mesîh (silavên Xweda lê bin) li hemû xûşk û birayên mesîhî li Kurdstan û cîhanê pîroz be. Bi hêviya cejneke tijî aramî û bextewerî derbas bikin û ev cejne xêr û xweşî û aşitîyê ji bo timama mirovatiyê bi xwe re bîne.

Cejna jidaykbûna hezretê Mesîh, îsal jî di demekê de hat ku mixabin hêşta hijmareke zêde ya xûşk û birayên mesîhî di koçberiyê de dijîn û heta niha nekarîne ji bo ser mal û warên xwe vegerin, em hêvîdar in ku di cejin û minasibetên bên da, hemû bi serbilindî ji bo ser milk û warên xwe vegerin û aramî û ewlekarî û dilrehetî timama Îraq, dever û cîhanê vegire.

Di vê cejna pîroz da, em careke din tekîdê li ser kultûra kevnar ya pêkvejiyan, lêbihurîn, aştîxwazî, peyama mirovaneya Mesîh û olan di navbera pêkhateyên olî û netyeweyî li Kurdistanê û parastina vê kultûrê dikin ku beşek giring  û berçav   ji zengînî û şanazî yên pêkhatiyên Kurdistanê ye.

Careke din cejna jidaykbûna hezretê Mesîh li hemû aliyan pîroz  be û em cejnek û bihênvedaneka xweş ji bo hemûyan dixwazin.

Nêçîrvan Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê
24.12.2018