Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê roja 2018/12/27 pêşwaziya Cardinal Pietro Parolin Serokwezîrê Vatîkanê û şanda pê re kir.
Serokwezîrê Vatîkanê kêfxeşiya xwe ji bo serdan kirina Herêma Kurdistanê û hevdîtina tevî Serokwezîr Barzanî nîşanda û ji bona bi hev re jiyana aştiyane û lêbihurîna ku li Kurdistanê heye, pesna Herêma Kurdistanê kir û rola Serkwezîr giring nirxand û piştîvaniya Vatîkanê ji bo Herêma Kurdistanê xuyakir.
Parolin spasiya gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku pêşwaziya hijmareka zêde ya koçber û penaberan kirine, bi taybetî Kirîstyanan.
Her du aliyan pêdagirî li ser pêwîstiya vergryana Krîstiyanan ji bo ser mal û cihên xwe û dabîn kirina asayiş , xizmetkariyê ji bo deverên wan kirin.
Serokwezîr Barzanî bi spasî kirina vê serdanê, xuya kir Kirîstiyan pareka giring û sereke ji civaka Kurdistanê ne reh û rîşalên kevnar û dîrokî di vî welatî de hene û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi cidî ji bo bi cih anîna bingeha bi hev re jiyan û hevdu qebulkirinê dixebite.
Her du aliyan, di vê hevdîtinê de, behsa rewşa Kirîstiyanan li Îraqê û Herêma Kurdistanê, têkilî yên navbra Hewlêr û Bexdayê, pêşhatên siyasî û paşeroja pirosesa siyasî li Îraqê kirin. Herwiha pêdagirî li ser pêwîstiya bi cih anîna destûra Îraqê kirin.
Barzanî û Parolin li ser vê yekê hevdeng bûn ku çareseriya serbazî ji bo jinav birina tundî û terorê bes nine û divê li warê hizrî, perwerde û kultûrî pêşiya tundî û terorê bihê girtin.
Li dawiyê jî behsa rewşa deverê, bi taybetî pêşhatên Sûryê kirin.