Hikûmeta Herêma Kurdistanê
TUE, 16 APR 2024 08:32 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Yekêtiya Ewropayê li ser piştevanîkirina Herêma Kurdistanê berdewam dibe

WED, 30 JAN 2019 22:36 | KRG Cabinet

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê herêma Kurdistanê, roja 30.01.2019ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Jean Christoph cîgirê Emîdarê giştiyê Yekêtiya Ewropayê ji bo karûbarên siyasî û Ramon BlikoBalyoza Yekêtiya Ewropayê li Îraq û Klarîs Pastor serokê ofîsa Yekêtiya Ewropayê li Hewlêrê û şandeya bi wan ra kir.

Şandeya Yekêtiya Ewropayê kêfxweşiya xwe biserdana Herêma Kurdistanê nîşan da,  danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê û pêşwazîkirin û hewandina hijmareke zêde ya koçber û penaberan bilind nirxandin û berheviya Yekêtiya Ewropayê nîşan da ku di warên cuda da alîkarî û piştgirya Kurdistan û Îraqê bike û têkeliyên xwe jî di hemû waran de pêşde bibe.

Nêçîrvan Barzanî sipasiya wê serdanê û hevkewriyên mirovî û leşkerî ji aliyê hijmareke welatên Yekêtiya Ewropayê ve bo Herêma Kurdistanê kir û hêvî xwest ku ew alîkarî berdewam bin. Serokwezîr diya rkir ku Herêma Kurdistanê dixwaze di warên cuda da têkeliyên xwe digel welatên Yekêtiya Ewropayê xurt bike.

Di civînê de, çend mijarên girêdayî rewşa Îraqê, têkeliyên Hewlêr û Bexdayî, metirsya careke din serhildana terorê û hevahengiya navbera Hewlêr û Bexdayê ji bona rêgirîkirin ji wê metirsiyê hatin gotûbêj kiirn.

Diyaloga navbera aliyên siyasiyên Herêma Kurdistanê ya  ji bona pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê mijarek din ya civînê navebra serokwezîrê Herêma Kuridstanê û şandeya balaya Yekêtiya Ewropayê bû.