Hikûmeta Herêma Kurdistanê
WED, 24 APR 2024 10:32 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Li Bexdayê Talebanî û Hekîm dicivin

TUE, 5 FEB 2019 21:39 | KRG Cabinet

Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja sêşemê 05.02.2019ê li Bexdayê, digel Emar Hekîm serokê Rewta Hîkme civiya.

Di civînê da behsa rewşa siyasî, aborî, têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û pêşhatên dawiyê hatin gotûbêj kirin û her du alî hev hizir bûn ku welatiyên Kurdistan û Îraqê pêwîstiya wan bi aramî, xwejiyanî û xizmetkirinê heye û çi behane di destê aliyên siyasî da nemane ku daxazên welatiyên bi cî neînin, bi taybetî piştî bidawîhatina şerê dijî DAÎŞê.

Talebanî got ku divê baştir lihevtêgihiştin di navbera aliyên siaysî da hebe û li ser pirsên çarenivîsaz yek deng bin û li hev bikin daku li asta daxaziyên xelkê de bin.

Emar Hekîm behsa rol û pêgeha serok Mam Celal kir ku dema ew serokomar bû karî bû aliyên nakokbar nêzîkî hev bike.