Hikûmeta Herêma Kurdistanê
THU, 25 APR 2024 22:21 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Li Bexdayê Serokwezîrê Îraqê digel Serokwezîrê Kurdistanê dicive

THU, 7 FEB 2019 23:26 | KRG Cabinet

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 07.02.2019ê serdana Bexdayê kir û digel Adil Ebdulmehdî Serokwezîrê Îraqê civiya.

Di civînê de, têkeliyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqa Federal hatin gotûbêj kirin û her du aliyan tekîd li ser girigniya zêdetir pêşdebirina têkelî, hevkarî û hevahengiya di hemû waran da û çareserkirina hemû pirsgirêkan di çarçoveya destûra Îraqê da kir.

Nêçîrvan Barzanî sipasiya Adil Abdulmehdî kir ku hewil dide têkeliyên navebra Hewlêr û Bexdayê baştir bike, pirsgirêkên hene çareser bike û berheviya hikûmeta Herêma Kurdistanê jî nîşan da ku bi rêya diyalogê hemû arîşe bên çareser kirin.

Di civînê da ku, Fuad Hisên Cîgirê serokwezîr û wezîrê darayî yê Îraqê, Samir xezban Cîgirê serokwezîr û wezîrê neftê yê Îraqê, Falh Feyaz şêwirmendê Encumena Asayîşa Niştimaniya Îraqê û Kerîm Şingalî wezîrê navxwe yê Herêma Kurdistanê amade bûn, rewşa emnî, pirosesa siyasî û pêşhatêndawiyê yên herêmî bi giştî hatin nirxandin