Hikûmeta Herêma Kurdistanê
WED, 24 APR 2024 08:47 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Serokwezîr pêşwaziya François Hollande dike

WED, 27 FEB 2019 17:31 | KRG Cabinet

Nêçîrvan barzanî Serkowezîrê Herêma Kurdistanê roja sêşem 2018-2-26 pêşwaziya François Hollande Serokê berê Fransayê û dostê gelê Kurdistanê kir.

Li hevdîtinekê bi berhev bûna Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîr, Hollande bi xuya kirina kêfxweûiya xwe ji bo serdan kirina Herêma Kurdistanê, kurtiyek serbarê serdana xwe û serdana hin deverên Musilê û beşdarî kirin di re û resma pêşkeş kirina Xelata şehîdê rojnamevan Şîfa Gerdî pêkêş kir.

Hollande behsa serdana xwe ji bo Herêma Kurdistanê li destpêka şere DAIŞê û serdana bere yên şer tevî Serok Barzanî kir.

Herwiha ji bona hembêz vekirin  û parastina hijmareka zêde ya koçber û penaberan spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Pêşmergeyan kir û bal kişande ser hemahebgiya navbera  civaka navdewletî, Îraq û Herêma Kurdistanê ji bo dabîn kirina xizmetkarî yên pêwîst ji bo deverên ku tuşê zirarê bûne.

Serokwezîr spasya serdana Hollande û dostîniya wî û alîkarî yên berdewamên Franse ji bo Herêma Kurdistanê li demêm dijwar kir.

Barzanî, rola Franse ji bo nehêştina abloqeya siyasî û dîplomasî ya ser Herêma Kurdistanê giring nirxand û amje bi têkilî yên navbera Hewlêr û Bexdayê û çareser kirina hin pirsgirêkan kir û piştîvaniya Herêma Kurdistanê ji bo Hikûmeta Adil Ebdulmehdî û çareser kirina pirsgirêkan bi rêya diyalogê nîşanda.

Serokwezîr herwiha behsa metirsiya serhildana DAIŞê kir û got hemhangiyeka baş navbera Arteşa Îraqê û Pêşmerge ji bo vedîtina mêkanîzmekê bo berhingar bûna metirsiyan heye.