Hikûmeta Herêma Kurdistanê
THU, 18 APR 2024 17:37 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Serokwezîr pêşwazî li Wezîrê pîşesazî û bazirganî yê Urdinê dike

THU, 7 MAR 2019 22:32 | KRG Cabinet

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 07.03.2019ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Tariq Hemurî Wezîrê pêşesazî û bazirganî yê Urdinê û şandeya pê ra ku ji Muntesir Eqle Balyozê Urdinê li Îraqê û Heysem Ebolful Konsulê wî welatî li Herêma Kurdistanê, kir.

Hemurî, kêfxweşiya xwe bi serdana Herêma Kurdistanê nîşan da û tekîd li ser têkeliyên dîrokiyên navbera her du gelên Urdin û Kurdistanê kir û hêvî xwest ew têkelî di hemû waran da, bi taybetî di warê banka û bazirganîyê da, zêdetir pêşbikevin.
Şandeya mêvan piştevaniya Şah Ebdula şahê Urdinê û hikûmeta welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê diyar kir.

Nêçîrvan Barzanî sipasiya serdana şandeya Urdinê kir û helwestên giring û pir buha yên Şah Ebdula şahê Urdinê di demên nexweş û dijwar da bo Herêma Kurdistanê bilind nirxandin û  got ku hikûmeta Herêma Kurdistanê amadeye di hemû waran da, bi taybetî di warê aborî û bazirganî de, têkeliyên xwe bi Urdinê ra pêşde bibe.

Serokwezîr xwest ku kompanî û şirketên Urdinê berê xwe bidin  Herêma Kurdistanê û di warên cuda da sermayerazandinê bikin û fêdey ji wê derfeta baş ku ji bo sermayerazabdinê heye  bibînin.

Rewşa herêmî ya piştî şerê DAÎŞê, koçber û penaberên destê terorê ku li Herêma Kurdistan û Urdinê hene, binbirkirina terorê bi heahengî digel dewletên deverê û civaka navdewletî, çend mijarên din yên civînê bûn.