Hikûmeta Herêma Kurdistanê
WED, 24 APR 2024 05:42 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Nêçîrvan Barzanî digel şandeyeke balaya Amerkayê dicive.

THU, 7 MAR 2019 23:16 | KRG Cabinet

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 07.03.2019ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li şandeyeke balaya wezareta derve ya Amerîkayê ku ji Denis Nataly alîkara wezîrê derve ji bo karûbarên milmilanên herêmî û seqamgîriyê, Androw Pik cîgirê alîkarê wezîrê derve û Joy Hud rêvebirê karûbarên balyozxaneya Amerîkayê li Îraqê û Steven Fagin konsulê giştiyê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê û ji hijmareke şêwermend û berpirsan pêkatibû, kir.

Şandeya mêvan rola mêrxasaneya pêşmerge, xelk û hikûmeta Herêma Kurdistanê di şerê dijî DAÎŞê da û pêşwazîkirin û hewandina hijmareke zêde ya koçber û penaberên destê teroê  bilind nirxand û pesna pêkvejiyan û  lêbuhurînîya navbera pêkhateyên cuda yên olî û neteweyî li Herêma Kurdistanê heye da û tekîd li ser serkeftina pirosesa siyasî li Îraq û Herêma Kurdistanê  û bi rêya diyalogê çareserkiirna pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê da hene kir.

Nêçîrvan Barzanî sipasiya hevkarî û alîkariyên Amerîkayê di rojên zehmet û dijwar da ji bo Herêma Kurdistanê kir û ji şandeya mêvan re behsa şerê dijî DAÎŞê,  çewaniya binbirkirina hizra şidetxwaziyê û rewşa koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê hene kir.

Serokwezîr diyar kir ku Herêma Kurdistanê amadeya bi rêya diyalogê hemû pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê da hene çareser bike û got jî ku têkeliyên Hewlêr û Bexdayê pêş da çûne.