Hikûmeta Herêma Kurdistanê
FRI, 19 APR 2024 21:16 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Hikûmeta Herêma Kurdistanê şîstema paşkeftkirina miaşna hilweşand

SAT, 9 MAR 2019 17:36 | KRG Cabinet

Hikûmeta Herêma Kurdistanê, roja înê 08.03.2019ê li bajarê Hewlêrê, di bin serokatiya Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û bi amadebûna Cîgirê Serokwezrî Qubad Talebanî civiya ku taybet bû bi nirxandina biryara berê ya civata wezîran ya jimare 64 roja 02.03.2014ê ya taybet bi paşkeftkirina miaşê miaşgirên Herêma Kurdistanê.

Di destpêka civînê da, Serowkezîr sipasiya Qubad Talebanî kir ku her ji destpêka serhildana kirîzên darayî û aborî roleke ber bi çav di serederî digel kirîzan û çareseriya wan lîstiye û berpirsiyariya xwe bi cî aniye, herwesa, ji bona bicîgehandina erkên xwe,  sipasiya civata wezîran û hemû wezîran kir.

Wezîrê darayî û aborî, Rêbaz Hemlan, li ser rewşa darayî û aboriya Herêma Kurdistanê, baştirbûna rewşa  êkonomî û xerickirina beşe budceya Herêma Kurdistanê ji budceya giştiya Îraqê ya sala 2019ê raporek pêşkeş kir. Pişt ra, Amanc Rehîm sekreterê Civata Wezîran, her di vê çarçoveyê da, raporeke siyasî pêşkeşî civînê kir, her du rapor ji aliyê beşdarên civînê ve hatin gotûbêj kirin û ev biryar da:

1- Hilweşandina biryara jimare 64 ya roja 03.02.2016ê ya taybet bi paşkeftkirina rêjeyek ji mişaê miaşgirên Herêma Kurdistanê.

2- Li dor ew rêjeya ji mişaê miaşgirên Herêma Kurdistanê hatiye paşkeftkirin, bi navê (emanate rewatib mistehiqe) hikûmeta Herêma Kurdistanê dê hewil bide wan şayîsteyên darayî ji bo miaşgirên Herêma Kurdistanê vegerîne di çarçoveya danûstandinên digel hikûmeta federal ya Îraqê.

3- Wezaretaû aliyên peywendîdar dê vê biryarê bi cî bikin  ji roja ku di rojnameya Weqai Kurdistan da tê weşandin.

Di civînê da biryara civata wezîran ya ji bo destpêkirina diyalog û danûstandinan bi hikûmeta Îraqa federal ra û dîtina çareseriyên bingehîn ji bo  pirsgirêkên hilawîstiyên di warê darayî û aborî yên di  navbera Hewlêr û Bexdayê da û civînê Encumena herêmî ji bo karûbarên neft û gaze raspart ku digel hikûmeta Îraqa Federal dest  bi danûstandinan bike.

Piştî civînê, Nêçîrvan Barzanî di daxuyanyekê de mizgîniya hilweşandina biryar û sîstema paşekeftkirina miaşê miaşgirên Herêma Kurdistanê ragehand û behsa wan sedeman kir ku hikûmeta Herêma Kurdistanê neçar kir wê biryarê bide û ew biryar bi girantirîn û dijwartirîn biryara hikûmeta Herêma Kurdistanê wesif kir. Serokwezîr sipasiya xelkê Kurdistanê bi giştî û bi tyabetî sipasiya miaşgir, pêşmerge, hêzên navxwe, belênder, investman û kasibkaran kir ku xweragir bûn û rewşa aboriya Herêma Kurdistanê li ber çavan girt û tehemul kir. Barzanî got ku ew bejna xwe li hemebr şehîdên şerê dijî DAÎŞê diçemîne ku di wê rewşa dijwar ya aborî da şehîd bûn û sengerên xwe çol nekirin û hêvî xwest ku birîndar jî zû çak bibin.

Nêçîrvan Barzanî di axavtina xwe da teybet sipasiya Adil Abdulmehdî Serokwezîrê Îraqa federal, Fuad Hisên wezîrê darayî yê Îraqê, Robaz Hemlan wezîrê darayî û aborî yê Herêma Kurdistanê, Amanc Rehîm sekreterê civata wezîran û parlamenter û fraksyonên kurdistanî yên dewra niha li parlamentoya Îraqê kir ku ji bona dabînkirina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê gelek kar û xebat kirin. Serowkezîr hîvî xwest ku Herêma Kurdistanê di danûstandinên bi hikûmeta Îraqa federal ra bigehe encamekê baş  bi awayek ku êdî caeke din hevwelatiyên Herêma Kurdstanê baca pirsgirêkên siyasê nede û miaş û qûtê xelkê Kurdistanê weke karteke siyasî ji aliyê Bexdayê be neyê bikaranîn.