Hikûmeta Herêma Kurdistanê
FRI, 19 APR 2024 05:27 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Nêçîrvan Barzanî: Ji vê mehê û şûnda miaş bitimamî tên dayîn

SAT, 9 MAR 2019 19:11 | KRG Cabinet

Piştî civîna roja înê 08.03.2019ê,  Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Kurdistanê di daxuyanyekê de mizgîniya hilweşandina biryar û sîstema paşekeftkirina miaşê miaşgirên Herêma Kurdistanê ragehand.

Teksta daxuyaniya Serokwezîr:

Civîna Civata Wezîran taybet bû bi pirsa peşkeftkirina miaşê miaşgirên Herêma Kurdistanê, ez kêfxweş im ku îro rabigehînim ji vê mehê û pê da paşkeftkirina miaşan li Herêma Kurdistanê namîne û miaş dê bi timamî bên dabeş kirin û ji vê mehê dest pê dike.

Ji bo hemû hevwelatiyên Kurdistanê eşkereye ku di rewşeke gelek dijwar da, derveyî îradeya hikûmeta Herêma Kurdistan, sê sal berî niha em neçar bûn wê biryarê bidin û miaşê miaşgirên Herêma Kurdistanê paşkeft bikin. Ew biryar ji bo kak Qubad weke Cêgirê Serokwezîr û ji bo min jî weke Serokwezîr  biryareke gelek zehmet bû, bi baweriya min ew biryar nexweştirîn û dijwartirîn biryar bû di jiyana siyasiya welatê me da.

Tişta ku wisa kir ew biryar serbikeve û em bikaribin wê biryarê bi cî bikin têgehiştina hevwelatî û miaşgirên Herêma Kurdistanê bû ji wê rewşa herêma me tê da bû. Eger ew têgehiştin nebûya me bi tu awayî nedikarî îro piştî sê salan li pêşiya hevwelatiyên xwe li Herêma Kurdistanê bêjîn paşkeftkirina mişa hat hilweşandin. Me soz bi hevwelatiyên Kurdistanê dabû ku her dema rewşa darayî ya welatê me  baş bibe û em bikaribin paşkeftkirinê nehêlin, briya hilweşandian peşkeftkirina miaşan bidin. Îro ew roje ku em ji hevwelatiyên xwe ra bêjin eve me ew soza xwe bi cî anî  û jê ra bêjîn ku xweragiriya wan û têgehiştina miaşgiran ji rewşa darayî ya Herêma Kurdistanê ra qed ji bîr nakin.

Bi awayekî giştî sipasiya hemû miaşgirên Herêma Kurdistanê dikim, sipasiya wan mamosteyan  dikim yêk ku tevî wê rewşa dijwar nehêla deriyê dibistanan bê girtin, sipasiya pizîşk û karmendên saxlemiyê dikim ku deriyên nexweşxaneyan vekirî hiştin. Sipasiya pêşmegeyên mêrxas dikim ku di wê reşa dijwar da çeperên xwe bernedan û berdewam li ser bergirîkirin û parastina Herêma Kurdistanê bi 1800 şehîd û nêzîkî 10 hezar birîndaran. Her bi vê helkeftê em bejina xwe li hember cane paqijê şehdan diçemînin ji birîndaran re daxwaza çakbûnê dikin.

Sipas ji bo asayîş, polis, û saziyên emnî ku şev û roj kirin yek daku aramî û asaîşa Herêma Kurdistanê têk neçe, sopas ji bo malbatên şehîdan û enfalkirina, zîndanên siyasî, xanenişîn û sudmendên Tora Civakî, karmendan bi giştî û sipasiya wan hemûyan yên bi dilsozî û xweragirî piştevanên hikûmeta xwe bûn dikim.

Sipasiya belênderan, weberhemêner û kasibkarên Kurdistanê jî dikim ku ji dernecama kirîza darayî pirsgirêkên mezin jê re çê bûn û bi xweragirî barê giran hilgirt û tehemûl kir heta niha digele me da man. Xelkê Kurdistanê hêjayî xizmetên zêdetire ji wan xizmetên niha hene.

Weke hûn jî dizanin, sedemên sereke yên paşkeftkirinê peywendî bi hikûmeta Herêma Kurdisanê ve nebû, ji encama çend tiştan bû. Yekem: Birîna budceya Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve, birîna budceyê bandoreke mezin li ser meseleya paşkeftkirinê hebû.  Duyem: Şerê dijî DAÎŞê. 1100 kîlometir sînorê Herêma Kurdistanê digel hovtirîn rêxistina terorîstî li cîhanê bû. Sêyem: Nizimbûna buhayê neftê û herwesa hatina nêzîkî yek milyon û heştsed hezar koçber û penaber bo Herêma Kurdistanê. Ev hemû ew sedem bûn ku em wê biryarê bidin ku biryareke dijwar û nexweş bû di jiyana min da.

Em hêvîdar in ku em digel Îraqê bigehin encamek baş ku careke din hevwelatiyên Herêma Kurdistanê baça tu pirsgirêkên siyasî digel Bexdayê nedin û ew peywendî bigehin astekî ku heta eger têkeliyên me têk biçin jî ku, hêvîdar im bi tu awayê têk neçin digel Bexdayê, Bexda weke karteke fişarê li ser hevwelatiyên Herêma Kurdistanê bikar neîne û miaşê miaşgirên Herêma Kurdistanê bibre. Em hêvîdarin em digel Bexdayê bigehin wê astê.

Weke hûn jî dizanin ew pereyê ji Bexdayê bo Herêma Kurdistanê tê 522 milyar dinar in, miaşê Herêma Kurdisanê ji vî pereyê ji Bexdayê tê zêdetir e. Miaşê miaşgirên Herêma Kurdistanê, her weke wezîrê darayî diyar kirî, 881 milyar dinar in û divê Herêma Kurdistanê wê ferqiyê timam bike.

Di civîna îro da me tekîd li ser wê yekê kir ku Herma Kurdistanê gelek cidiye pirsgirêkên xwe di warê darayî û neftê da di çarçoevya destûra Îraqê da digel Bexdayê çareser bike.

Li vir sipasiyeke taybet ji bo parlamenter û fraksyonên kurdistanî li parlamentoya Îraqê dinêrim ku wan jî di vê pirsê da roleke mezin hebû û hewildan paşkeft nemîne. Sipasiya birêz Adil Abdulmehdî Serokwezîrê Îraqê dikim ku wî ji bo vê meselê têgehiştin hebû û hewil da pirsa miaşgirên Herêma Kurdistanê çareser bike û weke yên tevaya Îraqê lê bike. Sipasiya wezîrê darayî  yê hikûmeta Federal birêz Fuad Hisên dikim ku her ji destpêkê digel tîma me ku ji birêz Amanc Rehîm û Rêbaz Hemlan ji wezareta dayî pêkhatibû, di nava xebatan da bûn ku ew jî bikaribin vê pirsê çareser bikin. li ser navê xwe û kak Qubad sipasiya hemûyan dikin ku gelek zehem dîtin……..

Her di heman dem de ku biryar biryareke giran bû, divê wê jî bêjim ku têgehiştina hemû welatiyan û mişagiran li ser vê pirsê gelek giring bû, piştevaniya birêz Cîgirê Serowkezîr birayê xweştivê kak Qubad Talebanî di wê demê da û hemû kabîneya hikûmetê ku ew biryara giran me xand di wê demê da. Em hêvîdar in ku careke din welatî û miaşgir li Herêma Kurdistanê rastî pirsgirêkên bi vî awayî  yên darayaî  nebin û Kurdistan ber bi xweşî, aramî û xizmetên zêdetir biçe.