Peyama hikûmeta Herêma Kurdistanê ya bi helkefta 49 saliya rêkeftina 11ê Adara sala 1970ê :
Îro 49 sal bi ser rêkeftina 11ê Adara sala 1970ê da ku di navbera serokatiya Şoreşa Îlonê ya mezin û hikûmeta hîngê ya Îraqê de hatibû îmzakirin, derbas dibin. Ev rêkeftin destkeftek giring yê Şoreşa Îlonê û berhema çendîn salên xebat, berxwedan û qurbanîdana gelê Kurdistanê ji bona mefên xwe yên rewa bû.
Rêkeftina 11ê Adarê ku dekomenteka giring a fermî bû, hikûmeta Îraqê bi fermî dan bi mafên siyasî, îdarî û kultûrî yên gelê Kurdistanê kir û şoreşa rizgarîxwaza gelê Kurdistanê weke xebateka adil xwedî peyam û armancîn niştimaniyên dirust, belgeya aştîxwzane û lêbihurîna gelê Kurdistanê û seroaktiya şoreşa wê bû ku hertim diyalog û rêkeftin digel hikûmetên yek li pey ya din yên Îraqê bi bijardeya xwe ya serekî dizanî.
Pîrozkirina rêkeftina 11ê Adarê, rêzgirtine ji dîroka rizgarîxwaza gelê me û xwesteka wî ya aşitîxwazane ji bona gihiştin bi mafên xwe yên rewşa, hevdem wane û pendeka dîrokî ya giringe jî ji bo îspatkirina wê rastiyê ku ji bilî bijardeya diyalog û lihevtêgihiştin û cîbicîkirina rêkwftinan bi awayekî rastgoyane, her bijardeyeka din, bi tenê karesat û bûyerên nexwestek dixulqîne.
Herêma Kurdistanê li ser asta Îraq û digel gelan û welatên herêmî, hertim hilgira peyama lihevtêgihiştin, diyaloga serdemane, dostîniya rastgoyane, rêzgirtina îradeyê û berjewendiyên hemû aliyan e. Em pişt rastin jî ku ev visyona aştîxwazaneya Herêma Kurdistanê ji aliyê hemû aliyan ve bi çavê qedir û hurmetê tê nirxandin.
Di vê bîranîna bi rûmet da, digel hinartina peyama aştî û dostîniya herêma Kurdistanê , gelên wê û tevaya gelêm dost û welatên cîran û cîhanê, hurmetê ji hemû xebat û helwstên aştîxwzane û dostane digire, bi hêviya biratiya berdewam ji bo gelên deverê û hemû cîhanê.
Biln û pîroz be yada rêkeftina 11ê Adara sala 1970
Silav li şehîdên rêya serferazî û xebata aşyîxwaziya gelê Kurdistanê
Civata Wezîrê Herêma Kurdistanê
11.03.2019