Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 13.03.2019ê, digel Sîdad Onal Cîgirê wezîrê dewrve yê Tirkiyeyê civiya.
Têkeliyên navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê di civînê da hatin nirxandin û her du alî hev hizir bûn ku bihêzbûna têkeliyên navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Tirkiyeyê di berjewendiya her du aliyan da ye. Talebanî got ku şirket û kompaniyên tirkî di karin roleke baştir di geşekirina aboriya Herêma Kurdistanê da bibînin.
Behsa deverên nakokdar hate kirin û Talebanî got ku divê li wan deveran mafê hemû pêkahateyan bê cudahî bê parastin.
Di civînê da, pêkanîna habîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê, têkeliyên navbera Hewlê û Bexdayî û timamkirina kabîneya Adil Abdulmehdî Serokwezîrê Îraqê hatin gotûbj kirin.
Di civînê da, Guney Cîgirê rêvebirê giştiyê dosyeya Îraqê, Hakan Karaçay Konsulê giştiyê Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê û Eve Cîlan amade bûn.