Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê roja sêşem 2019/4/23 pêşwaziya Mihemed Helbûsî Serokê Parlemantoya Îraqê kir.
Di civînekê de bi berhev bûna Vala Ferîd Seroka Parlemantoya Kurdistanê behsa rewşa siyasî a Êraqê û dawîn pêşhatê parîzgeha Neynewa kirin.
Barzanî û Helbûsî behsa koçberên Îraqê li kempên Herêma Kurdistanê kirin û pêdagirî li ser giringî ya hevkarî kirina wan ji aliyê Bexdayê û civaka navdewletî kirin, ji bo vê yekê ku bikaribin bo ser mal û cihên xwe vegerin û deverên wan bihên avedankirin.
Tlkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê, berdewam bûn diyaloga navbera her du aliyan ji bo çareser kirina pirsgirîkan û rewşa deverê pareka din ya civîna Barzanî û Helbûsî bû.