Hikûmeta Herêma Kurdistanê
WED, 17 APR 2024 01:47 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Peyama hikûmetê ji bo salvegera bombebarana bajarê Qeladizê

WED, 24 APR 2019 18:03 | KRG Cabinet

Encumena Wezîrên Herêma Kurdistan li salvegera bomebaran bajerê Qeladizê peyamek belav kir:

45 sal be ser karesata bombebarana bajarê Qeladizê ya berxwedêr ji aliyê rijama berê ya Îraqê derbaz dibe, ku di encama wê de bi dehan kes şehîd û birîndar bibûn. Ji navbirina Zanîngeha Silêmaniyê yek ji armancên vê bombebaranê bû, ku ew dem li bin sîbera Şoreşa Îlonê, di hembêza bajarê Qeladizê de bû.

Hev dem tevî gelek kiryarên cinosaydên rejîmên tepeserkarên berê dijî gelê Kurdistanê, bajarê Qeladizê weka hemû bajar û gundên berzwedêrên Kurdistanê bi serbilindî ma. Li cihê zanîngeheka birîndar, niha bi dehan zanîngên pêşketî li Kurdistanê hene.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê her dem li xema nehiştina bandorên xirap yên abûrî, derûnî, civakî, jîngehî û kultûrî yên karesatên dehan salên rejîmên tepeserkar e, ku dijî Kurdistanê pêk anîne.

Hikûmût bi berdewamî ji avedanî û geşkirina Kurdistanê û  pêş xistina civaka Kurdistanê li hemû waran kar dike.

Di vê bîranînê de, em silavan ji bo canê paqijê şehîdên bombebarana sala 1974 û serhildana pîroza sal 1982 ya Qeladizê a berxwedêr û hemû şehîdan dişînin.

Encumena Wezîrên Herêma Kurdistanê

2019/4/23



Li van ji binere