Hikûmeta Herêma Kurdistanê
THU, 25 APR 2024 02:17 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Bernameya Kabina Heştê




serokwezîr di merasima sûnxwarina bu destibekaribûnî

Peyva serokwezîr Nêçîrvan Barzanî

Di merasima sûnxwarina kabîneya heştem a hikûmeta herêma Kurdisdtanê de

 

Birêz serokê parlamentoyê

Birêzan endamên parlamentoya Kurdistanê

Êvar baş

Îro em kabîneya heştem ya hikûmeta herêma Kurdistanê di rewşeke gelek nazik de radigehîn in. Ka çawa sala 2003ê ji bona parastina berjewendî û destkeftiyên herêma Kurdistanê me pêwîstî bi yekdengî, hevkarî û hevahengiyê hebû, iha divê hingavê jî de ku, Îraq di rewşeke dijwar de derbas dibe, me pêwîstî bi eynî hizirkirin û stratejîyê heye daku, tu ji wan destkeftiyên me bidestxistine jinav neçin daku, jiyana hevwelatiyên herêmê û deverên kurdistaniyên derveyî îdareya herêma Kurdistanê parastî bimîn in û daku, li hember xelkê xweştiviyê Kurdistanê biryarên me li asta berprisiyariya dîrokî de bin.

Birêzan

Kabîneya heştem kabîneya hevbeş a bingeh fireh e ku, tebîrê ji daxwazên hêz û aliyên siyasiyên nav herêma Kurdistanê dike. Vê wezîfeyê wisa dixwest ku, em bi aramî û nefesdirîjî miamile digel pêkanîna vê kabîneyê bikîn ji bo rêkeftin li ser prensîpên hevbeşên rasteqîne li ser asta erk û pêdawîstiyên jiyana siyasîya îro a herêma Kurdistanê.

Gelek sipasiya hevwelatiyên Kurdistanê dikim ji bo xweragiriya wan li hember pirosesa pêkanîna vê kabîneyê, bi tyabetî piştî ku, hikûmeta federal li Bexdayê meaşên herêma Kurdistanê birîn. Vî karê neheq û dijî destûrê, jjiyana xelkê herêma Kurdistanê gelek dijwar kiriye û tesîreke xirap li ser aboriya herêmê û berhemanînê heye. Em hevsoz û hevxemên gişt giriftariyên hevwelatiyên herêma Kurdistanê ne.

Di çend salên bên de ev xweragiriya niha ya xelkê Kurdistanê dê weke qonaxeke nû a rûbirûbûna zolmê bê hijmartin. Em dê bê rawestan ji bona çareserkirina vê pirsgirêkê bixebitin daku careke din em li herêma Kurdistanê rastê kirîzeke din a siyasî û êkonomî ne bin.

Ev kabîneye bi timamî dê ji bona; bisazîkirina hikûmeteke aktîv û şefaf bixebit e. Dê ji bona prensîpê hevwelatîbûn, cudakirina desthilatan, aşitî û dadperweriya civakî, mafê mirov û bi taybetî mafê jin û zarokan, serweriya qanûn û wekheviya li ber qanûnê, dabînkirina xweşjiyanê, reformên piralî û rasteqîne, parastina jingeha Kurdistanê, dîtina çareseriyên minasib ji bo berhingarbûna gendeliyê di nava saziyên herêma Kurdistanê de, bixebit e.

Hevwelatîbûn prensîp, biha û pîvana yekem e ji bo kar û xebatên hikûmetê yên di warê dabînkirina maf, destnîşankirina erk û rexsandina derfetên yeksan û wek hev ji bo gişt rûniştvanên herêma Kurdistanê bê cudahiyên siyasî, neteweyî û olî. Kabîneya heştem, piştbesin bi mekanîzma serweriya qanûn û bisazîkirinê dê ji bo jihev cudakirian desthilat, erk û berpirsiyariyên hikûmetî ji kar û çalakiyên hizbî kar bike.

Kabîneya heşt kabîneya hikûmeta hevbeş e, pêkhateyên vê kabîneyê hevbeşên rasteqîne ne di hikûmetê de, çi di warê birêkirina erkên hikûmetê, çi di warê biryardan û çi di warê girtina berpirsiyariyê li hember gişt biryarên hikûmet dide. Hikûmet milkê hemû takên (ferdên) Kurdistanê ye û kar ji bo xweşkirina jiyan, xizmetgozarî û berjewendiyên kurdistaniyan dike. Hevbeşên di vê kabîneyê de sozên wan dê li asta berpirsiyarî, şiyanên aborî û darayî û îdareya desthilatên hikûmetê de dibin û bi hev re li hember biryarên hikûmetê berpirsiyar dibin. Tu alî li pêşiya cîbicîkirin û piraktîzekirina biryarên hikûmetê rêgir nabin.
Em weke hevbeşên pêkhateya vê kabîneyê bi deng û baweriya hevwelatiyan hikûmdariya vê hermêm dikîn, bi îradeyeke xurt ji bona bicîkirina ew sozên bi hevwelatiyan hatîn dan û xizmetkirina wan kar dikîn.

Karkirina çend partiyekên cuda di hikûmetek hevbeş de dê be hokarek bo xurtkirina pirensîpên demokrasiyê li Kurdistanê, pêkvejiyana bi aşitî, rêzgirtin li hizrûbîrên cuda, azadiya rojnamegerî û hikûmdarîya li jêr sîwaneya karê hevbeş û singfirehiya gelê Kurdistanê ber bi astekî nû di dîroka me ya siyasî de dibe.

Divê ji bo bicîanîna xewnên nifşê pêş me û ji bo kurdistaneke aram û biîstîqrar dibin sîbera desthilatdariya xwemalî de pêngavên mezin pavêj in. Em bi berprisiyarane paşeroja xwe destnîşna bikin û ji bona wê pêngavên pêwîst pavêj in.

Birêzan

Yek ji erkên vê kabîneyê girtinebera siyaseta aşitîxwazane dibe ji bo çareserkirina pirsên heta niha bê çaresrî mane û paşeroja herêmê digel hikûmeta Îraqê, bi taybetî pirsa deverên kurdistaniyên derveyî îdareya herêma Kurdistanê û cîbicîkirina madeya 140ê a destûra Îraqê. Em dê hewil din bi hev re, bi hevahengî digel serokatiya herêm û parlamentoya Kurdistanê û bi hevkariya aliyên siyasî, gavên lezgîn ji bo damezradnina Civata Danûstandina bo rêkeftinên me yên siyasî ku tebîrê ji îradeya xelkê Kurdistanê bike, pavêj in.

Kabîneya heştem dê ji bona aktîvkirina rola çavdêriyê a parlamentoyê li ser karê hikûmetê aqarek xweş pêk bîne. Di heman demê de em daxwaza bawerî û piştevaniya parlamentoyê dikin daku, bi hev re zixmeta daxwazên hevwelatiyên herêma Kurdistanê bikin. Kabîneya heştem dê têkelî, hevkarî û hevahengiya berdewam û xurt digel parlamentoya Kurdistanê û desteya serokatiya parlamentoyê hebe.

Herêma Kurdistanê, heta derceyekê, herêmek zengîn e, ji ber hindê armanca me dê berdewam bidestveanîna çavkaniyên dahatiniyê yên cur bi cur be û em xwe bi tenê bi sektora nefta vê herêmê  ve girê nadin. Dê ji bona geşkirina warê çandinî, pîşezasî, bazirganî, xizmetgozarî û ji bona kêmkirina cudahiya şertên jiyana gund û bajêran kar kin.

Bilindkirina asta xizmetgozariyên sereke; kar, av, elektirîk û rê û cade ku, digel geşkirina aboriya ber bi çava Kurdistanê minasin bin û bilindkirina asta jiyara tak (ferd) û geşkirina berhemanîna xwemalî û biyanî bi rêya bikaranîna timama şiyan û sermayeya madî û mirovî li herêma Kurdistanê. Di vî warî de divê em ji bo cîbicîkirin û çespandina nemerkeziyê, cudakirina desthiltan û rêkeftin li ser verastkirina wan qanûnên rehendeke neteweyî li welatê me heye bi çalakî kar bikin.

Giringêdan bi sektora pêşesazî û tûrîzmê. Piştevanîkirina sektora taybet daku, rola xwe di avadankirin û geşkirina aboriya herêma Kurdistanê de bibîn e. Pêşxistina siyaseta hilbirînê li Kurdistanê bi awayekî ku, digel geşkirina aborî û civakî yên qonaxên paşeroja Kurdistanê de minasib be.

Di karnameya kabîneya heştem de, em dê li ser reformên sîstema perwerde, xandina bala, fêrkirin, dabînkirina pêdawîstiyan û bilindkirina asta zanistîya mamosteyan berdewam bin. Dê giringiyê bi lêkolînên zanistî û xwendina pîşeyî bi armanca ferahemkirina destê karê yê aktîv û bi şiyan bo bazarê karî û kêmkirina rêjeya nexwendewariyê li herêma Kurdistanê, bidin.

Herwesa di warê tendirustiyê jî de, dê ji bona peyrewkirina sîstema tendirustiya pêşkeftî û ji hev cudakirina sektora taybet û giştî di xizmetgozariyên tendirustî de bixebitin. Kabîneya heştem dê zêdetir giringiyê bi jiyan û jiyara malbatên şehîdan û qurbaniyên enfal, kîmiyabaran û zîndanên siyasî bide. Kar dike ji bo rêxistina bernameya nîştecîkirinê bi awayekî modern û çareserkkirina pirsgirêkên nîştecîkirin bi taybetî bo çîn û grûpên kêmderametan.

Em şanaziyê bi vê rewşa aram û emîn a herêma xwe dikin ku, di nav cergê devereke tijî şidet, şer, teror û tirs de ye ku, bi hîmet, hişiyarî û karê dilsozê hêzên pêşmerge, polîs û asayîş bo hemû xelkê Kurdistanê hatiye holê. Ji vê riwangê hikûmeta herêmê kar ji bo baştirkirina jiyan û jiyara hêzên çekdarên herêmê û bilindkirina ast, şiyan û jêhatiya wan dike û biniştimankirina wan ji erkê giringê vê kabîneyê dibe.

Kabîneya heştem dê hewil de bi rêkarên yasayî sîstema xanenişîniyê (teqawîd) û meaşên wan di ber çavan re derbas bike, bi vurekî ku, hevwelatî bi awayekî adil jê mifa bigir in. Hevbeşên vê kabîneyê dê ji bo avakirina Sindoqa Kurdistanê bo dahatiniyê neftê û damezrandina kompaniya nefta herêmê weke ku, di qanûna jimare 22 a sala 2007ê ya tayebt bi neft û gaza herêmê de hatiye, kar bikin.

Kabîneya heştem dê li ser pêşxistin, hevkarî û teşwîqkirina sektora taybet û pêkanîna şertên minasib bo kompanî û sermayedariya derve bi armanca ferahemkirina derfetên kar û kêmkirina rêjeya bêkariyê, bi taybetî di nav çîna ciwan û derçûyên inestîtut û zanîngehan de, bi rêya siyaseta karpêkiriya modern û rêgirtin li monopoliya bazar, kompanî û pirojeyên berhemanînê, kar bike.

Birêzan

Xalên di vê gotarê de hatin behis kirin, hêlên giştî yên karnameya hikûmeta hevbeş e, hûrgiliyên vê karnameyê dibin pilan, piroje û programê siyaseta giştî a hikûmetê û dê di kar û bernameya wezaretan de reng bide.

Di dawiyê de, piraktîzekirin û serkeftina pirogramê hikûmetê, serkeftina hevwelatiyên xweragir û nexweşîdîtiyên Kurdistanê ye. Xizmetên civakî û aborî  serferaziya hikûmetê ye. Rûniştvanên Kurdistanê hêjayî paşerojeke geştir in, hêjayî azadî, serbestî û demokrasiyeke mokomtir in. Bipiştevaniya hêzên asayîş, pêşmerge, polîs û hevwelatiyan em dikarin encamên baştir bi dest bixin û xewnên mezintir bi cî bînin.

Careke din sipasiya we dikim.