Hikûmeta Herêma Kurdistanê
WED, 24 APR 2024 05:45 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Zanyarî bo Seyranger û Mêhvana




Qellayi Amêdî le Parêzgayi Duhok


Puxteyek li ser şunwarên bal kêş

Dûrya nêvbera Bajara

  • Hewlêr bo Silêmanî 170 kîlomêtere nêz dû dem jimêre bi Otomobêlê
  • Hewlêr bo Duhok 245 kîlomêtere ku nêz sê dem jimêre bi Otomobêlê
  • Duhok bo  Silêman 340 kîlomêtere ku nêz şeş dem jimêre bi Otomobêlê


Hewlêr û derdor

  • Kelha Hewlêrê dîroka wê vedgere bo 6000 Sala p.z û jêdereke jiboy çewanya avabûna sînûra bajarê Hewlêrê. Hewlêr bi yek ji bajarên herî kevnarên cîhanê dihê hejmartin ku tanihu jiyan têde berdewame.
  • parka şehîd Samî Ebdulrehman pareka şaredarya mezne li cihê serbazgeha kevna rîjêma Be’es hatye avakirin.
  • bazara qeyserî ya bazirganî ya kevna bajarê Hewlêrê ye، kel û pelên nav mal، xwarnê، karê çinîn,  zêr û kel û pelên kevnar difroşe.
  • Minara şêxê çolî ku dikeve navenda rojava Hewlêrê ji alyê Sultan Muzeferudîn hatye avakirin û dîroka wê jî vedgere bo serdema destpêka îslamê.ev minare bûye xala serekî ya parka minare li Hewlêrê ku li vê dawayê hatye berfireh kirin.
  • kelha Xanzad li ser rêka Hewlêr şeqlawe، dîroka wê vedgere bo serdema mîrgeha Soran، li wê demê ku desthelata kurdstanê ji alyê hin mîrgehan vebû.
  • Mezara Reben Boya li kenara çiyayê Sefîne û yek dem jimêr ji şeqlawe dûre. li wir dû odeyên bilndên mezin hene û di nêv kevrîde hatîne çêkirin û dîroka wan bo sed salya çarê zayînî vedgere.
  • havîngeha şeqlawe bi dûratya 51 kîlomêtera di keve bakûrê bajarê Hewlêrê، ku cihekî turîzmê ye bo biserbirina bihênvedan û demekî xweş bo heftyek yan jî werza havînê û dheman demêde jî bazarekî pr j berhemên siruştî û ciwan heye.
  • tavgeha Gelyê Elî Bek 130 kîlomêter li bajarê Hewlêrê dûre، cihekî guncaye ji boy demên xweş diseyranê de.
  • tavgeha Bêxal warekî dine biçûke bo seyranên havînê û avek sipî sar û boş heye dikeve bakûra Hewlêrê bi dûrya 140 kîlomêtera.
  • wargeha Pank ku ji çend beşa pêkhatye û vîlayên biçûk û xweş digel bajarê yaraya û çend cihên din، ev wargehe dikeve nêv siruşta ciwana çîya.
  • wargeha xweXuşkirina ser berfê li çyayê Kurek û Telefrîka Kurek ku yekem wargehe ev core yaraye têdene û dikarin demên xweş têde derbas bikin.

Duhok û derdorên wê

  • Dêra Mar Is laha dikeve rojavaya Duhok û yek ji dêrên kevnarên herêma kurdistanê ye û dîroka wê vedigere bo sala 500 ê zayînî.
  • Amêdî bidûrahya 90 kîlomêter di keve bakûra rohelata Duhokê،dîroka wê vedgere bo serdema Aşûryan û dipştre mîrgeheka kurda buwe، minara Amêdî 30 mêtera bilinde û dîmenek ciwan dide li ser çiya û nehalên derdor.
  • Kelha Amêdî dikeve beşa rojhelata bajarê Amêdyê.

Silêman û derdor

  • Entîkxaneya Silîmanyê dikeve cadeya Salim û kel û pelên xomalî têdene ku dîroka wan bo hezaran sala vedgere. ev entîkxane bi yek ji zenîntirîn entkxanên kurdistanê dihê hejmartin.
  • Entîkxana Emine Surreke، ku cihê zîndan û eşkincedanê buwe li ser dema rîjêma Be’es، têde dibîne çewa zîndanên sîyasî jîyan derbas kirye û pirosa dirndaneya cînosayda kurda li Iraqê çewa bûye.
  • wargeha Gola Dokan bidûrya 70 kîlomêtera li başûrê rojava Silêmanyê ye û çend hotêl û xwaringe û keprên seyrana têdane.
  • Bendava Derbendîxan bidûratya 65 kîlomêtera dikeve başûrê rojhelata bajarê Silêmanyê û çend xanîyên biçûkên seyrana û xwarngeh  têdene.
  • wargeha Ehmedawa ku bi kanî û tavgeh û baxa hatye naskirin، dinêv xelkê navçeyê û seyrangera da jî bi wargeheka navdar û dilvekrî di werza havînê de dihê naskirin.

Navçeyên dervey bajara

herêma kurdistanê navçeyeka nimûneyh jiboy wa kesên li duf siruştekî bedew û ciwan digerin ku ji çiya û cihên kevnar û dêrîn û dûr ji destkarya mirova pîkhatye.di dema havîna dirêj û germa herêma kurdistanê de xelkê kurdistanê û seyranger dikarin tam ji hewayê fênkê seyrangehên ciwanên herêmê  bikin.

Bajarokî şeqlawe nêzî 50 kîlomêtera ji Hewlêra paytext dûre û di keve danga yan quntra çîyayê Sefîn ku nêz 2000 mêtera bilinde.şeqlawe xemla xwe ji rez û  bax û berhemên fêkyên cuda cuda digre jiblî çendîn xwaringeh û hotêla bo mêhvana.
Di nêv çyayên bilind û gelyên kûrde, Gelyê Elî Bek û tavgeha Bêxal û Kanya Cundyan heye û dîmenên pir ciwann weku seyrangeh ku xwaringeh jî têde ne.

Dihola kûra Gelyê Elî Bek ، cadeya binav û denga Hhamîlton têde derbas dibe û kevir û şaxên wî gelî hemû xwşyan diden çava.li dwayê digehe bajêrkî Rewandiz ku ta sed salya nuzdê zayînî paytexta mîrgeha Soran bû.
seyranger dikarn di kepr û xanyên xweş de li wargeha pankê bimînin û demên xweş derbas bikin. wargeha han çendîn yaryên cuda têde ne digel yarya (şanglbane) ku li dorîn sruştê ciwanê çîya dizivre.

li Hacî Umeran ku bilindtrîn çyayên kurdistanê li wirin. herweha kanyeka bi nav û deng lê heye ku Ava wê dermane û xelik bo derman bikardîne û li werza havînê çiyayên wê deverê her şîn û kesik dimînin.

nêz 70 kîlomêter dûr ji Silêmanyê، li nêz her dû golên dilveker Dokan û Derbendîxan، kabîne yan jî xanyên biçûk hene bo seyrangera ku dikarin demên xweş têde derbas bikin û di nêv avê de bi belema bigerin. ev dû gole bisedema dû bendavên berhemanîna Elîktrêkî pêş çend deh sala hatîne avakirin. Li  Ehmed awa، ku di keve rojhelata Silêmanyê، kanyên wê çend tavgeha çê diken ku hatîne dûrpêç kirin bi dar guz û hinar û hijîr û nahêlin tava rojê bigehe û dîmenên ciwan û bal kêş bi seyrangera didin.

parêzgeha Duhok û havîngeha Solav، xwarngehên ser vekirî dîmenek ciwan dibexşne bajarê dîrînê Amêdyê،Ji ber ku Amêdî di keve ser bilindya çyayek ku pehnatya wî dû kîlomêtere، buslman û kirîstyan bihevre çendîn sed sala jîyan têde derbas kirye، herweha di demekî dîrokî de Yehudî “Culeke” jî di civaka Amêdyê de cihê xwe girtîye. Amêdî dîmenekî bal kêş dide şax û çiya û dihol û derdorên xwe.

Şarekan

Hewlêr û  Silêman her  yek ji wan Entîkxaneyek heye û kel û pelên kevnar û peyker û paşmayên şunwarên herêmê têde nîşandane. li hemberde li Entîkxaneya Duhok kel û pelên filklorî hun dikarn mêze biken.

Di nêv kelha dêrîna Hewlêrê de dinêv Entîkxana çinîna kurdîde، Rayex û Berk û Lakêşên kevnar û berhemê tevin û çinînê heye.ev Entîkxane teknîka çwanya ristin û çinînê ji alyê hozgerên kevnve parastîye û nîşandi de.

Kelha Hewlêrê dîmeneka ciwan û qeşeng dide bajar. Hewlêrê Entîkxaneyeka şunwara jî lê heye.minara çolî dikeve nêz sentera bajarî ku ji alyê Sultan Muzefer ve hatye avakirin û bi dest nivîsa Kofî li ser hatye Nukardun û nuvîsandun. parka Samî Ebdulrehman، rûbera wê çendîn donmên erdî ye، cihekî pir nimûneye ji boy derbas kirina demên xweş di nêv keskatî û rewşekî aram û bê deng de, ku pêwîst nake herî derveya bajar.

Silêman paytexta kiltûrî، bazarekî kevnarê pir qelebalix heye digel bazarekê mezin ji zêrîngiran û senterekê yarya bolîng têdeye. Di nêv parka mezina Azadî de, zaro dikarn yarya di nêv yarîgehên biçûk ku jiboy zarokan hatye dirustkirin bikin û melevanya di nêv de bikin. herweha di parka giştî de di navenda bajar de peykerên komeka helbestvan û nivîskaran lê he ye.

Hewlêr ji alyê civata turîzma Erebî ve kirye paytexta turîzma Erebî bo sala 2014 . di bernamedeye di sala 2014 da her bikêmasî ve 40 çalakyên cuda cuda encam bide، ji boşahya esmanî û xwexuşkirina ser berfê û marasonê ta digehte nimayşyên hunerî û kiltura kurdî. her sê bajarên kurdistan pêşketnên gelek bi lez dibîne. niha molên hevçerx têde ne ji boy wan kesên ku li duf kel û pelên nêvdewletî digerin yan jî divê serdana qehwexana bikin ku hêla enternêtê pêş kêşî wan bike.

Asayşa Herêm

Barê Asayşa herêma kurdistanê pir cudaye ji navçeyên din yên Iraqê. zêrevanên fermyên herêmê، pêşmergeh، bi awayekî herî baş hatîne rahatin û serborek ji warê dabînkirina asayş û aramyê de li herêma kurdistanê heye.hêzên asayşê li nêz ve bi hemahengî digel hêzên pêşmerge kar diken jiboy parastin û berevanîkirinê ji navçeyê li idjî her îrşekê.jiboy bi destveanîn û ragrtina asayş û aramyê li herêma kurdistanê، çend bazgehên sînûrî û derdorên bajara hene jiboy parastina tenahyê.

Geştîn Esmanî bo Herêma Kurdistanê

Herêma kurdistanê dû balefrgehên nêvdewletî hene li Hewlêr û  Silêman û biryare balefrgehekî din li Duhok bihê avakirin. piranya geştên ku ji Euripa  û navçeya rojhelata navîn difirin rastewxwe dihên bo kurdistanê bê ku bi Bexdayê re derbas bibin. gelek ji frokên kompanyên veguhastinê yên nêvdewletî (IATA ) dest bi geştên xwe kirye bo kurdistanê، jimarek din jî çaverê dikin dipêşerojê de dest bi geştên xwe bikin. herweha gelek ji kompanyên ku balefra bi krê diden geştên xwe bo Hewlêr û Silêmanyê destpêkirye. pêzanînên bêtir sebaret firokexanên Hewlêr û Silêmanyê li ser malperên wa bidest bîne:

Rêyên hişkatî bo herêma kurdistanê

Hatin bo herêma kurdistan birêya hişkatî ji Turkyê asayî ye.rêyên pêşnyarkirî ku pêkhatîne ji rêya firokexaneka Etaturk li Sitenbol di piştre bo dema dû dem jimîra bo Dîyarbekir. (piştî gehştina we bo firokexana sitenbolê dikarin vîza Turkî werbgrin. çêdibe centa seferê li Têrmînala nêvdewletî yan jî nafxweyî bihê wergrtin) li frokexana Dyarbekir dikarin teksî bi kirê bigrin û bigehin sînûrê Ibrahîm Xelîl.gelek jI şufîrên teksî ya şehrezayî wê rêyê ne.baştire li destpîkê kirêya teksyê digel şufêrî bas bikey ku 150 dolarîn Emrîkî ye،û tekez bike şufêrî dekyomêntên pîwîst pîrane yan na jiboy bikare rêvîng bigehîne sînûr ، jiber dema sefera we baştire rêvîng sipêdek zû dest bi sefera xwe bike، eger pêwîst bike bi şev li Dyarbekir bimîne. piştî derbas bûn ji xala sînûr ya Ibrahîm Xelîl teksyek din dikare rêvîng bigehîne cihê wî divê li herêma kurdistanê. dema nêvbera  Dîyarbekr û sînûr nêz çar dem jimêraye  û ji sînûr jî bo Duhok dem û jimêr û nîveke، bo Hewlêr çar dem jimêre û bo  Silêman şeş dem jimêr dibe. rêyek din jiblî vê heye eujî rêya Iran û Suryaye lê wan dû rêya geştyar û seyranger kêmtir pêda dihên bo kurdIstanê.
 

Dirav

Nirxê dirava li  rêkeftî  10 ê Adarê/Mars  2014 ku bivî  awayî bûn:
Yek Dolarê Emrîkî = 1.162 Dînar
Yek Yoro = 1.612 dînar
Yek Pawendê Berîtanî = 1.942 Dînar

Xizmetkaryên Poste û Gehandnê

Post û nameyên nêvdewletî dikare bi posteya asayî bo kurdistan û ji kurdistanê bo derve bihê şandin،lê gehiştna posteya ji dema asayî bêtire. Ji ber ku niha kud bo posteya herêma kurdistanê hatîne danan، girînge jimara Telefona wî kesî bihê nvîsandin ku posteyê werdigire. ofîsa posteya Hewlêr di keve nêzî Kelhê، nêz avahya Dadgeha kevin، jibo xizmetkarî û veguhastina Esmanî bo kurdistanê û ji kurdistanê (Fedex û DHL û TNT) van xizmetkarya pêş kêş dike. hîvîye peywendyê bike jiboy wergirtina zanyarên bêtir.

Bihên vedanên fermî

listek ji bihên vedanên fermî û rêkeftên girîng lêre jiber deste: