Serokwezîr
Nêçîrvan Barzanî Serok Wezîrê Kurdistnê
Peyama Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê:
Welatiyên hêja
Bi xêr bên bo malpera fermya Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Hikûmet pabende bi haydar kirina we li ser çalakî, biryar û babetên serekî sebaret pêşketinên Herêma Kurdistanê. Daxazê ji Wezaret û Fermangehên Hikûmetê dikim çalakî û xizmetkarî yên xwe di vê malperê biweşînin, hîvîdarim sûdê jê werbigirin.
Dilsozê we,
Nêçîrvan Barzanî
Jîyan nameya Serokwezîr
Berdewamiya Jiyan nameya Serokwezîr
Chalaki
Kenîseya Rojhilata Aşûrî li Cîhanê sipasiya Nêçîrvan Barzanî dike
MON, 20 MAY 2019 21:20
şandeya mêvan sipasiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û saziyên peywendîdarên hikûmetê kir ku piştgiriya kar û çalakiyên wan dikin û hijmareke mezin ya koçberên mesîhî hewandina û bê cudahî hevkarî û alîkairyê jê ra dikin. Wê şandeyê got jî ku biratî, yekrêzî û kultûra hevduqebûlkirinê ku Herêma Kurdistanê bûye pirensîpek serke li hemû cîhanî cîyê şanaziyê ye
Li Hewlêrê Serowkezîr digel Konsulê giştiyê Amerîkayê dicive
MON, 20 MAY 2019 20:56
Di civînê da, herwesa, rewşa siyasiya Îraqê bi giştî û ya Herêma Kurdistanê bi taybetî, gavên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê hatin behis kirin û Serokwezîr Barzanî ji şandeya Amerîkayê ra behsa rêkeftina aliyên siyasîyên Herêma Kurdistanê li ser aktîvkirina saziya seroaktiya Herêma Kurdistanê û pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê kir
Serokwezîr: Em dixwazin me baştirîn têkelî bi dewletên cîran û cîhanê ra hebin
FRI, 17 MAY 2019 12:27
Serokwezîr got ku li Herêma Kurdistanê ji bona hatina şirket û kompaniyên biyanî ku di warên cuda da sermayegozariyê bikin jîngehek minasib heye. Barzanî ji şandeya Belarûsyayê re got ku Herêma Kurdistanê dixwaze hemû pirsan bi Bexdayêra bi rêya diyalogê û li gor destûrê çareser bike û baştirîn têkelî bi dewletên cîran û cîhanê ra li ser bingeha dostanî, aşitî û hevahengiyê hebe