Hikûmeta Herêma Kurdistanê
FRI, 26 APR 2024 10:09 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Civata Wezîran cejina xûşk û birayên Ermen pîroz dike

SAT, 6 JAN 2018 17:19 | KRG Cabinet

Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê cejina jidaykbûna Hezretê Îsayê Mesîh, li gor kenîseya Ermenî Ortodoksî li cîhanê, li tevaya xûşk û birayên Ermen li Herêma Kurdistan, Îraq û cîhanê pîroz dike û cejineke aram jê re dixwaze. Bihêviya ku xûşk û birayên Ermen û hemû pêkhateyên din yên Kurdistanê cejinên xwe yên bên di rewşeke baştir de pîroz bikin.

Bi vê minadibetê, hikûmeta Herêma Kurdistanê tekîd dike ku ew dê li ser kar û xebatên xwe yên ji bona bidestxistina timama mafên pêkhateyên olî û neteweyî li Herêma Kurdistanê û parastina pirrengîya olî û neteweyî berdewam dibe û bergiriyê jê bike.

Careke din cejina hemû xûşk û birayên Ermen û peyrewanên Kenîseya Ermen Ortodoksî pîroz be û her tim di nav xweşiya de bin.

Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê
06.01.2018