Li Davosê, Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Rex Tillerson wezîrê derve yê Amerîkayê, roja 25.01.2018ê, civiyan û Tillerson kêfxweşiya xwe nîşan da ku ew haydarî rewş û pêşhatên diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê û karê hevbeşê her du hikûmetên Herêma Kurdistan û hikûmeta Îraqa Federal bû û piştevaniya Amerîkayê ji bo danûstandinên navbera Hewlê rû Bexdayê û parastina mafên destûriyên Herêma Kurdistanê diyar kir.
Nêçîrvan Barzanî tekîd li ser helwesta Herêma Kurdistanê kir ku, amadeye hemû pirsgirêkan bi Bexdayê re bi rêya diyalogê çareser bike û behsa pêşhat û civîna bi Heyder Ebadî li Bexdayê û li Davosê kir û got: Ew gav gavên baş û erênî bûn, lê divê di piraktîkê de berhem hebe û berdewam bin heta em dighin çaresriyekê, vê jî pêwîstî bi biryara siyasî heye.
Barzanî sipasiya pitştgiriya Amerîkayê ji bo mafên destûriyên Herêma Kurdistanê kir û got: Hevparên me diyalog û çareseriya biaşitî dixwaz in.
Rewşa Herêma Kurdistanê, kirîza aborî û darayî, rewşa koçber û penaberan û giringiya berdewamiya alîkariyên teknîkî yên Amerîkayê ji bo prosesa çaksaziyê, bi taybetî jî reformên di warê kargêrî û kergêriya darayî de, hin mijarên civînê bûn.
Her du alî kok bûn ku divê aramî û îstîqrar ji bo deverê vegere, Bexda û Hewlêr bigihin çareseriyekê di berjewendiya hemûyan de be û ji bo encamdana hilbijartinan alîkar be. Mekanîzmeke hevbeş ji bo deverên nakokîdar, şerê dijî DAÎŞê û qonxa piştî wê.
Di civînê de, Qubad Talebanî Cîgirê serokwezîr, Fuad Hisên serokê dîwana seroaktiya Herêma Kurdistanê, Felah Mistefa berpirsê têkeliyênderve amade bûn.