Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 14.02.2018 li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li General Joseph Votel Fermandarê Nawendî ya Amerîkayê kir û di civînekê de rewşa leşkerî û eminî li Îraq û Kurdistanê gotûbêj kirin.
Di civînê de ku Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîrê Kurdistanê û hijmareke berpirsên hikûmet û pêşmergeyê Kurdistanê amade bibûn, rewşa leşkerî û emnî li Îraq û Herêma Kurdistanê, qonaxa piştî jinavbirina DAÎŞê, dawî pêşhateyên komîteyên teknîkiyên navbera Hewlêr û Bexdayê û civînên her du serokwezîran; Nêçîrvan Barzanî û Heyder Ebadî li Bexda û Davosê nirxandin û hêvî xwest ku Bexda û Hewlêr hemû pirsgirêkan li ser bingeha destûra Îraqê çareser bikin.
Nêçîrvan Barzanî sipsiya piştevanî û hevkariyên leşkeriyên berdewam yên Amerîkayê di dema şerê dijî DAÎŞê ji bo Pêşmergeyê Kurdistanê û dabîn kirina çek û cebilxane û meşiq û rahînana Pêşmerge li ser destê şareza û pisporên leşkeriyên Amerîkayê kir û hêvî xwest hevkarî û alîkarî berdewam bin û berheviya Herêma Kurdistanê jî ji bo çareser kirina hemû arîşe yên tevî Hikûmeta Îraqa Federal re li ser bingeha destûrê xuya kir.
General Votel hevkarî û hevahengiya navbera Pêşmerge û leşker û meşiqvanên Amerîkayî bilind nirxand û got ku hevkariyên leşkerî yên Amerîkayê ji bo hêza Pêşmergeyê Kurdistranê berdema dibe. Wî piştevaniya xwe jî ji bo diyaloga Hewlêr û Bexdayê nîşan da.
Rewşa herêmî bi giştî û şerê dijî terorê li Îraq û Suriyeyê mijarên din yên civînê bûn û di vê çarçovê de her du aliyan xuya kirin ku teror tenê şikandina leşkerî bi dawî nayê, ji bona jinavbirin û şikandina hizirî û bawerî yên terorê divê program û bernameyek hebe.