Hikûmeta Herêma Kurdistanê
FRI, 26 APR 2024 06:28 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Li Munchen Barzanî û Ursula rewşa Îraq û Kurdistanê gotûbêj dikin

FRI, 16 FEB 2018 23:22 | KRG Cabinet

Di berdewamiya seredana xwe ya bo Almanyayê û beşdarîkirin di konferensa asayîşa navdewletî li bajarê Munchen, Nçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, bi amadebûna Mesûr Barzanî şîretmendê civata ewlekariya Herêma Kurdistanê û şandeya pê re, roja 16.02.2018ê, digel Ursula von der Leyen wezîra bergiriyê ya Almanyayê civiyan.

Wezîra derve ya Almanyayê behsa seredana xwe ya dawiyê ji bo Bexda û Hewlêrê û serdankirina leşkerên almanyayî li Herêma Kurdistanê kir û rola pêşmergeyê Kurdistanê û hevkariya bi hêzên Alamanyayê re bilind nirxand. Wê got ku ew kêfxweşe ku doyalog, seredan û civîn di navebra Hewlêr û Bexdayê de dest pê kirine.

Nêçîrvan Barzanî ji wezîra derve ya Almanyayê re bi kurtî behsa gav û pêşhatên dawiyê yên diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê kir û tekîd li ser helwesta Herêma Kurdistanê kir ku amadeye li ser bingeha destûra Îraqê hemû pirs û arîşeyan bi hikûmeta Îraqa Federal re çareser bike.

Serokwezîr sipasiya  piştevanî, hevkarî û rola Almanyayê ji bo pêşmergeyê Kurdistanê di dema şerê dijî terorê de, kir û avakirina Nexweşxaneya Pêşmerge li Hewlêrê û hevkariyên Almanyayê ji bo binyatdanan şiyanan li Herêma Kurdistanê bilind nirxand.

Di civînê de tekîd li ser giringiya berdewamiya piştevanî û alîkariyan ji bo Herêma Kurdistanê û rewşa nuha û hilbijartinên bên li Îraq û Herêma Kurdistanê hatin gotûbêj kirin. Behsa wê yekê jî hat kirin ku Almanya û Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî terorê giringiyê bi berdewamiya hevkarî û hevahengiya navbera Herêma Kurdistan û Îraqê li nuha û paşerojê de dide.