Hikûmeta Herêma Kurdistanê
FRI, 26 APR 2024 21:50 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Nêçîrvan Barzanî: Pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê li gor destûra Îraqê dihên çareserkirin

SUN, 18 FEB 2018 23:14 | KRG Cabinet

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê piştî dawî hatina Konferensa Asayîşê li Munchen, di preskonferensekê de behsa çalakî û naveroka civîn û dîdarên xwe kir û bersiva pirsên rojnamevanan da:

Konferensa Munchen

Konferensa Munchen derfetek bû em bikaribin komeka civînan pêk bînin. Di rojên borî de em digel birêz Heyder Ebadî Serokwezîrê Îraqa Federal, Wezîrê Derve yê Îranê, Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê, Mak Master Şîretmendê Ewlekariya Amerîkayê, Wezîrê bergiriyê yê Swêdê, Alamnya û çend welatên din civîn pêkanîn. Weke min got, konferensa Munchen derfetek bû em bi hêsanî hev du bibînin û gotûbêjan bikin. Ya giring ku ez dixwazim bêjim eve ku digel birêz Heyder Ebadî me civîneke baş hebû, lê ew civîn nebû ku em bêjin em gihiştin çaresriya hemû pirsan, girign eve ku niha deriyê danûstandinan di navbera Hewlêr û Bexdayê de vekirî maye û biryar wisaye civînên me berdewam bin daku, bi kêmanî, berî hilbijartina hindek ji pirsgirêkên hene di warê teknîkî de çareserî jê re bibînin, weke pirsa miaşê miaşgiran, vekirina balefirxaneyan û em dê berdewam bin het bi wan re em bigihin encaman.

Civîna digel Mihemed Cewan Zerîf

Digel Wezîrê Derve yê Îranê jî, di çarçoveya van pirsên me digel aliyên din behis kirin, me digel Îranî jî weke cîrana me, me behisa têkeliyên navbera her du aliyan kir. Wisa biryar bû ku em li Tehranê hev du bibînin, lê belê li wir derfet çê nebû, ji ber hindê her li vir me biryar de li Munchen em hev du bibînin.

Naveroka civîna digel Joe Biden

Birêz Joe Biden niha di nav Hikûmeta Amerîkayê de tu wezîfe nîne, dîdara me digel Joe Biden weke dostekî gelê kurd bû ku dixwazin pirsên navbera Hewlêr û Bexdayê çareser bikin.  Herwesa, wî bi xwe jî di nav Partiya Demokrata Amerîkayê de nifoz heye. Me rewşa heye jê re şirove kir û wî jî soz da di nav Partiya Demokrata Amerîkayê de van pirsan û rewşa heye behis bike û wî dupat kir ku ew weke Partiya Demokrata Amerîkayê ji bona çareserkirina pirgirêkên navera Hewlêr û Bexdayê alîkar bin.

Di bersiva pirsekê de ku birêz Heyder Ebadî li derveyî welat ji bo çareserkirina pirsgirêkên bi Herêma Kurdistanê re sozan dide û dema vedigere welat xwe bêdeng dike, gelo Herêma Kurdistanê kartên fişarê hene? Nêçîrvan Barzanî got:

Pirsgirêkên navbera me û Bexdayê bi kartên fişarê çareser nabin, pêdviye pirsên navbera me de hene li gor destûra Îraqê bên çareser kirin û destûra Îraqê rêya çareserkirina pirsan diyar kiriye û em hêvîdar in ew pirsên navbera me û Bexdayê de hene di çarçoveya destûra Îraqê de ku hemû gelên Îraq deng ji wê detûrê re daye, bên çareser kirin. Em heta niha bi hêvî ne ku em dikarin çaresriyan bibînin.

Efrîn

Pirsa Efrînê pirseke aloz e û peywendî bi hijmareke aliyan ve heye, ji wan aliyan; Amerîka, Rûsya, Tirkiye û Îranê û me ev pirs digel birêz De Mistura behis kir û em hêvîdarin ji bo vê pirsê çaresriyek bê dîtin bi awayekî ziyan negehe xelkê Efrînê.

Rewşa Herêma Kurdistanê piştî konferensa Munchen

Karê me weke Hikûmeta Herêma Kurdistanê, weke berê, berdewam dibe û ya giring eve ku, piştî em digel hemû aliyan dîdar û civînan dikin, roja encamdana hilbijartinên Herêma Kurdistanê diyar bikin.
Konferensa Munchen û konferensa Davos derfetek bo ku Herêma Kurdistanê ji bin ambargoya siyasî derbiçe, tişta me dilxweş dike ewe ku li ser asta navdewletî û herêmî, Herêma Kurdistanê ji rewşa îzolekirinê ya piştî referendûmê derket û hemû welat, her weke berê, dixwazin têkeliyên berdewam digel Herêma Kurdistanê hebin. Bi baweriya me, ji bo Herêma Kurdistanê weke statuyek siyasî di nav Îraqê de, ev yek destkeftiyek gelek gelek giring bû. Herêma Kurdistanê nuha têkeliyên baş digel hemû welatên derve û herêmî hene.

Beşdarîkirina me di konferensa Davos, Munchen, seredana ji bo Almanya , ji bo qedasea Pope Vatîkan, ji bo Fransa, ev hemû ji bona vegeranidna rola siyasiya Herêma Kurdistanê li derve, alîkar bûn. Tişta ku heye nuha em kar li ser bikin, ewe ku em bikaribin pirsgirêkên Herêma Kurdistanê bi Bexdayê re û arîşeyan navxweyî li Herêma Kurdistanê, çareser bikin û, bê guman, ji nuha û pê de dê fokusa me li ser vê yekê be.