Hikûmeta Herêma Kurdistanê
SAT, 27 APR 2024 01:19 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Serokwezîr kar û çalakiyên Konsulê Komara Çînê li Herêma Kurdistanê bilind dinirxîne

SUN, 4 MAR 2018 21:26 | KRG Cabinet

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja yekşemê 04.03.2018 li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Tan Banglin Konsulê Gştiyê Komara Çînî ya Milî li Herêma Kurdistanê kir ku bi minasibeta bi dawî hatina karê wî li Herêma Kurdistanê serdanan Serokwezîr kir.

Banglin got ku ew kêfxweşe di nava van çend salan de wî weke Konsulê Giştyê Komara Çînê li Herêma Kurdistanê kar kiriye û tekîd li ser xurtkirina dostîniya navbera her du gelên Kurdistan û Çînê kir.  Herwiha sipasiya xelk, hikûmet û saziyên Herêma Kurdistanê kir ku di dema kar kirina wî de alîkarî û hevkarî pê re kiriye û ji kar û çalakiyên wî re hêsankarî kiriye. Benglin hêvî xwest ku têkeliyên Kurdistan û Çînê di hemû waran de, bi taybetî di warê bazirganî û sermayerazandinê de, zêdetir pêş bikevin.

Nêçîrvan Barzanî kar û çalakiyên baş yên Konsulê Giştiyê Komara Çînê li Herêma Kurdistanê ku, bandoreke mezin li ser zêdetir pêşvebirina têkeliyên her du aliyan hebû, bilind nirxand û hêvî xwest di karê xwe yê nû de serkeftî be. Barzanî ji mêvanê xwe re tekîd kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê li ser hevkarî û hevahnegiya bi konsulê nû yê Komara Çînê li Herêma Kurdistanê berdewam be.

Serokwezîr diyar kir ku Herêma Kurdistanê dixwaze di hemû waran de, bi tayabetî di warê abûrî, bazirganî û sermaye razandinê de têkiliyên xwe bi Komara Çînê re zêdetir ber bi pêş bibe.

Çend pirsên girêdayî bi rewşa herêmî, Îraq û Herêma Kurdistanê mijarên din yên dîdara her du aliyan bûn.