Hikûmeta Herêma Kurdistanê
FRI, 26 APR 2024 10:59 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Nêçîrvan Barzanî digel wezîrê pîşesaziyê yê Îraqê têkeliyên Hewlêr û Bexdayê nirxandin

WED, 2 MAY 2018 14:04 | KRG Cabinet

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja çarşemê 02.05.2018ê li bajarê Hewlêrê, digel Mihemed Şeyah Alsudanî wezîrê pîşesaziyê yê hikûmeta Îraqê û şandeya pê re civiya.

Di civînê de Alsudanî li hember serdana bo Herêma Kurdistanê û beşdarîkirin di konferensa geşepêdana têkeliyên aburî yên navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamiya Îranê ku îro li bajarê Hewlêrê dest bi kar û çalakiyên xwe dike,  kêfxweşiya xwe nîşan da.

Wezîrê pîşesaziyê yê Îraqê di axaftina xwe de asayîbûn û pêşdeçûna têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê bilind nirxand  û diyar kir çend pirsgirêk hatine çareser kirin lê ji bona çareserkirina hemû pirsgirêkan divê diyalog û danûstanidnên navbera Hewlêr û Bexdayê berdewam be.

Nêçîrvan Barzanî sipasiya serdan û beşdarîkirina şandeya hikûmeta Îraqê di konferensa geşepêdana têkleiyên aburî yên navbera Hewlêr û Taranê kir û got ku ev koinferens ku, di berjewendiya vejandina aburiya Îraq û Herêma Kurdistanê ye, giringiya xwe heye.

Serokwezîr sipasiya hemû wan kes û aliyan yên ku di pirosesa asayîkirina têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê de û çareserkirina beşek ji pirsgirêkan hevkar bûn, kir û hêvî xwest ji bona çareserkirina hemû pirsgirêkan danûstandin berfirehtir bibin.

Barzanî bi giringî zanî têkelî, hevkarî û alîkarîkirina navbera saziyên her du hikûmetan; hikûmeta Herêma Kurdistan û hikûmeta Îraqa Federal berfirehtir bin.